Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ji Brazîliya: ‘Daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan, civakên cuda li hev kom kir’

Akademîsyen Florecîa Gûarche diyar kir ku pêngava ji bo azadiya Rêber Apo civakên cuda li hev kom kiriye û got, "Ocalan li hemberî pirsgirêkên heyî rêbaza têkoşîna hevpar nîşan dide."

Edîtor: Çekdar Amed
11/01/2024 - 11:33
di nav Giştî, Li Seranserê Cîhanê, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rêber APO
Reading Time: 5 mins read
A A
Ji Brazîliya: ‘Daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan, civakên cuda li hev kom kir’
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Pêngava ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî’ ku 10’ê Cotmehê li 74 deverên cuda yên cîhanê destpê kir, bi piştgiriya ji civakên cuda dewam dike. Ji Zanîngeha Federal a Rîo Grande do Sol a Brezîlyayê akademîsyen Florencîa Gûarche ku li ser paradîgmaya Abdullah Ocalan li qada akademîk kar dike, têkildarî mijarê axivî.

‘BI OCALAN RE MIN CIVAKA XWE HÎN BÊHTIR JI NÊZ VE NAS KIR’

Akademîsyen Florencîa Gûarche anî ziman ku wê di sala 2015’an de Têkoşîna Azadiyê ya Kurd nas kiriye, piştre jî Tevgera Kurd û paradîgmaya Abdullah Ocalan hîn bêhtir ji nêz ve nas kiriye. Florencîa Gûarche ku di halê hazir de li Zanîngeha Federal a Rîo Grande do Sol a Brezîlyayê li ser paradîgmaya Abdullah Ocalan kar dike, wiha axivî “Piştî ku min tevgera Kurd nas kir, têkiliya min a bi gelê min re hîn xurt bû. Ya rast, min fikrên Abdullah Ocalan ji bo karibim civaka xwe hîn ji nêz ve nas bikim, bi kar anî. Hewldana ji bo fêhmkirina paradîgmaya Ocalan û naskirina civaka xwe di zikhev de meşiya.”

‘OCALAN BERSIVEKE BAŞ PÊŞKÊŞÎ PIRSA; EM KÎ NE, DIKE’

Akademîsyen Gûarche got, “Ocalan bersiveke baş pêşkêşî pirsa ’em kî ne’ dike” û wiha dewam kir, “Paradîgmaya Ocalan bersiveke baş pêşkêş dike ku em dikarin neteweyeke demokratîk bi çi rengî bê dewlet ava bikin. Lewma lêgerîna li bersiva li pirsa ’em kî ne’ ji bo min gelekî girîng bû. Ocalan ji bo me dibe alîkar ku em xwe nas bikin, nirxên xwe zanibin û bersivek ji pirsa ’em kî ne’ peyda bikin. Em civakên li neteweyên cuda yên cîhanê, piştî ku hîn bûn bê kî ne, em dikarin hingî têkiliyeke xurt û civakîbûneke hevpar ava bikin. Li dijî sîstemên ku dewlet li ser her cûre cihêkariyê ava dike, Ocalan derfetê dide me ku em li ser bêdewletiyê bifikirin.”

‘JINÊN KURD HÊZ Û RÛYÊ ŞOREŞÊ NE’

Gûarche destnîşan kir ku di nava tevgera Kurd de ya ku herî zêde bandor lê kir, têkoşîna tevgera jinên Kurd bû û got, “Têkoşîna jinê ya xweser a tevgera Kurd îro li her devera cîhanê tê naskirin. Li her qada civakê têkoşîna xweser a jinê tê dîtin. Ev rewş bandorê li me jinan dike. Jinên Kurd ji bo min rû û hêza rastî ya şoreşê ne. Têkoşîna jinên Kurd ji bo me hemûyan dibe çavkaniya sûdwergirtinê.”

‘OCALAN JI BO JINAN HÊVIYEKE MEZIN E’

Akademîsyen Gûarche diyar kir ku girîngiya Ocalan dide şoreşa jinê ji bo jinên cîhanê hêviyeke mezin e û got, “Tespîta Ocalan a ku dibêje divê jin bibin pêşengên şoreşê gelekî girîng e. Em girîngiya vê yekê her roj hîn bêhtir dibînin û fêhm dikin. Girîngiya ku Ocalan dide şoreşa jinê, ji bo me jinan hêviyeke gelekî mezin e.”

‘KAMPANYA AZADIYÊ GELEKÎ GIRÎNG E’

Gûarche bal kişand ser pêngava ku di 10’ê Cotmehê de ji bo azadiya Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd destpê kir û got, “Ocalan di çareseriya pirsgirêka Kurd de aktorekî sereke ye. Ji bo çareseriyekê beriya her tiştî divê diyalog pêk were. Aliyekî vê diyalogê jî û muxatabê wê Ocalan e. Ji ber vê yekê eger tê xwestin ku pirsgirêka Kurd bê çareserkirin hingî nabe ku tecrîd li ser Ocalan hebe. Bi tecrîdkirina Ocalan re dixwazin pêşî li diyalogê bigirin. Lewma kampanya ji bo azadiya Ocalan gelekî girîng e. Ev yek kampanyayeke girseyî ye. Di asta navneteweyî de piştgiriya vê daxwaza ji bo azadiya Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd girîng e.”

‘DAXWAZA JI BO AZADIYA OCALAN, CIVAKÊN CUDA LI HEV KOM KIR’

Gûarche destnîşan kir ku bi rêya vê kampanyayê mirovan derfet dîtin ku paradîgmaya Ocalan hîn bêhtir ji nêz ve nas bikin û got, “Kampanya di heman demê de derfetê dide ku em rûyê rast ê dewleta Tirk nas bikin. Di çareseriya pirsgirêka Kurd de diyalogek divê jinûve destpê bike, ji ber vê jî azadiya Ocalan esas e. Divê enternasyonal di çarçoveya piştevaniyê de paradîgmaya Ocalan hîn belav bikin. Bi saya paradîgmaya Ocalan em îro dikarin gelek pirsgirêkan nîqaş bikin. Girîng e ku civak hemû tevlî van nîqaşan bê kirin. Em paradîgmaya Ocalan dikarin ji bo çareseriya pirsgirêkan weke rêbazekê bi kar bînin. Kampanya ji bo azadiya Ocalan di heman demê de nîşanî me da ku civakên cuda dikarin bi çi rengî ji bo daxwazeke hevpar seferber bikin. Di vir de girîngiya têkoşîna enternasyonal jî xwe nîşan da. Mînak Latîn Emerîka dibe ku dûrî têkoşîna Kurd bê dîtin, lê belê dema ku mirov rûdinên diaxivin, dibînin ku têkiliyeke xwe ya hevpar heye. Dewlet nasnameya me cihê dikin û li hemberî vê yekê gelekî girîng e ku mirov li hev kom bibe û têkoşîneke hevpar bimeşîne.”

ÇAVKANÎ: ANF

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Minbic gel û ciwan şehîd Sara, Rojbîn û Ronahî bibîranîn

Nivîsa Pêş

Li Mêrdînê serdegirtinên malan

Çekdar Amed

Nivîsa Pêş
Li Mêrdînê serdegirtinên malan

Li Mêrdînê serdegirtinên malan

Axaftina dawî ya Şehîd Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn hat weşandin

Axaftina dawî ya Şehîd Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn hat weşandin

Manşet

  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan
  • Li Frankfurtê, Bi Pêşengiya Ciwanan Hezaran Kes, Ji Bo Rojava Daketin Kolanan
  • Ciwanan Ji Balafirgeha Cenevreyê Qîriyan: Kobanê Neketiye, û Wê Nekeve

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanan Ji Berlîn û Hamburgê Dengê Xwe Ji Bo Rojava Bilind Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.