CENEVRE – Bi pêşengiya endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), Kurd û alîgirên wan ji bo balkişandina ser dorpêç û êrîşên li ser Rojava, bi taybetî yên li ser Kobanî, li Balafirgeha Cenevreyê çalakiyek li dijî dagirkeriyê lidar xistin. Di çalakiyê de daxwaza rakirina dorpêça siyasî û leşkerî ya li ser Kobanî û vekirina korîdorên alîkariya mirovî hat kirin.
Di xwepêşandanê de, TCŞ daxuyaniyek weşand û bal kişand ser şert û mercên nemirovane yên li Rojava û got:
“Îro em li vir kom bûne da ku tiştên li Rojava diqewimin bi bîr bînin û banga berxwedana kolektîf bikin. Îro, zarok li Kobanî ji sermayê dimirin. Ew ji elektrîk, av û germkirinê bêpar in. Ev ne xwezayî ye; ev encama dorpêçeke siyasî û leşkerî ya bi zanebûn e.” Di daxuyaniyê de tekezî li ser pêwîstiya rakirina tavilê ya dorpêça li ser Kobanî û bênavber gihandina alîkariyên mirovî bo herêmê hat kirin.
“Yên ku DAÎŞê Şikestandin, Îro bi Birçîbûnê Tên Mehkûmkirin”
Di daxuyaniya ciwanan de hate bibîranîn ku gelê Kobanê yê ku îro bi birçîbûn û sarbûnê re rû bi rû maye, heman gel e ku 11 sal berê li dijî DAÎŞê bi navê mirovahiyê berxwedanek mezin nîşan da.
“Yên ku barbarîya Dewleta Îslamî bidawî kirin, hêzên QSD yên rêxistî û bi biryar bûn. Îro piştguhkirina vê gelê, ne tenê sûcekî exlaqî ye, lê her weha sûcekî dîrokî ye.”
Di daxuyaniyê de hate binpêkirin ku piştgirîya Rojava ne tenê tercîhekî vicdanî ye, lê her weha berpirsiyariyek navneteweyî ye. Di heman demê de hate gotin ku rawestandina êrîşên li dijî Rojava, parastina azadiya jinan, destkeftiyên demokratîk û tecrûbeya xwe-rêxistina gelan tê wate kirin.



