NAVENDA NÛÇEYAN- Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê daxuyaniyek belav kir û di wê de şehadeta du endamên xwe, Karker Qamişlo û Brûsk Amed, bi rêzdarî bîr anî.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Karker Qamişlo û Brûsk Amed bi rolekî çalak di berxwedanê de cih girtine û bi tevîbûna xwe ya leşkerî û rêxistinî, di nav gel de bandoreke mezin çêkirine
Daxuyaniya Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Suriyê wiha ye;
Em Şehîdên Xwe Yên Têkoşînê û Berxwedana Dîrokî Bi Hurmet Bibîrtînin
Hevrêyên me Karker Qamişlo û Brûsk Amed li bajarên cuda ên Kurdistanê û Sûriyê çavên xwe li jiyanê vekirin û mezin bûn. Ev hevrêyên me wekî zarokên bi rûmet û esîl en gelê Kurd û Ereb, siyaseta înkar, îmha û qirkirinê ya li ser gelê me dîtin û bûn xwedî helwest. Hevrêyên me xwe di aliyê îdeolojîk, rêxisitinî û leşkerî de perwerde kirin û di rêya bûyîna mirovên azad de asteke girîng bi dest xistin. Dilpakiyên bilind ên mirovî temsîl kirin, têkoşîna me bedew kirin û manewiyet li ser manewiyeta wê zêde kirin. Em di serî de fedayiyên gelê berxwedêr Karker Qamişlo û Brûsk Amed ku di berxwedaniya dîrokî de bi awayekî fedaiyane gihîştine şehadetê bi bîr tînin. Li beramberî têkoşîna wan ya bêhempa bêjna xwe ditewînin. Di serî de ji Rêber APO, ji malbatên wan ên heja ya welatparêz re û gelê me yê welatparêz ê Kurd û Ereb re sersaxiyê dixwazin.
Ji 6’ê Çilê ya 2026’an ve bi konseptekî qirkirinê û bi erêkirina hêzên hegemon re, çeteyên girêdayî dewelta Tirk a dagirker û hikûmeta veguhêz ya HTŞ’ê êrişekî dermirovî dane destpêkirin. Carek din DAÎŞ êrişî gelê me kiriye û bi hovanê gel qetil dike.
Lê di vî şerê rûmetê de Karker Qamişlo û Brûsk Amed bi biryardariya serkeftinê di vê berxwedanê de cihê xwe girtine. Bi moral, coş û kelecanek mezin tevlî çenga rûmetê bûnê û bi vê sekna xwe di nav gel de manewiyatekî mezin ava kirine.
Rêheval Karker Qamişlo û Rêheval Brûsk Amed ku bi fedkariyeke mezin xizmetê şoreşê kirin û li gelek qadan pêşengiya kar û xebatan kirin, di vê berxwedana dîrokî de gihiştin şehadetê.
Li pey xwe mîrasa ruhê ciwanên welatparêz û şoreşger hiştin.
Rêheval Karker Qamişlo, li bajarê Heseke ji dayîk dibe. Bi Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re fikrê Rêber APO nas dike. Hevreyê me Karker Qamişlo ku endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bû, li ser esasê şoreşa ku bi fikrên Rêber APO hatiye afirandin biparêze di sala 2024’an de beşdarî xebatê me yên ciwanan dibe. Bi kelecaneke mezin tevlî hemû xebatên bîrdozî û leşkerî dibe. Qasî ku dîrokê lêkolîn dike hêrsa wê ya li beramberî dijminê gelê Kurd zêdetir dibe. Bi sekna xwe ya wêrek û ji xwe bawer dibê pêşenga jiyana bi wate. Beriya wê jî di qada Şoreşa Rojava de Mamosteya Zimanê Kurdî bû û ti carî ji erk û berpirsyariyên ku dem û pêvajo dixwaze gav paşve neavêtiye. Rêhevalê me Karker tû car ji xwe re westandin qebûl nedikir û bi ked û fekadartiya xwe ya di têkoşînê de her tim kar û xebatên ku meşandiye ber bi serkeftinê ve biriye. Bi kesayeta xwe ya kedkar, hevrêtiya xwe ya bi wate, durustî, sadebûn, dilsoziya bi nirxên azadiyê, tevlîbûna xwe ya bi moral, wêrekiya xwe ya di şer de û baweriya xwe ya qewîn a bi felsefeya APOYÎ hate naskirin.
Rêheval Brûsk Amed jî li Şehba di nava malbatekî ereb de dayîk dibe. Hevreyê Brûsk jî endama rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger bû, ku di sala 2024’an de beşdarî kar û xebatê me yên ciwanan dibe. Bi coş û kelecaniya xwe ruhê ciwantiyê her tim zindî hiştiye. Bêyî dudilî hewldana bi cîhanîna berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi layiqî da. Bi ruhê fedayî ya APOYÎ li dijî êrîşên dijmin rabû û li ser vê bingehê bi lehengiyane ber bi şehadetê ve meşiya. Ji bo doza azadiya gel şoreşgertî hilbijart û ji gava yekem a ku avêt nava têkoşînê, bi hemû hebûna xwe bêyî dudilî bibe, tevlî Rêber APO bû. Zû pêş ket û bi awayekî çalak beşdarî têkoşîne bû.
Hevrêyên me yê hêja yê ku ji bo pêkanîna xeyalên xwe ket nava hewldaneke bêhempa, bi sekna xwe ya APOYÎ, wêrekiya xwe ya bilind, kesayeta xwe ya kedkar û fedakar her peywira ku girt ser xwe bi serketî bi cih anîn. Weke Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê em ala têkoşînê ya ku rêhevalên Karker û Brûsk radestî me kiriye, li her derê bilind bikin.Em soz didin ku emê têkoşîna qehremanên xwe yên egîd mezin bikin, armancên wan bi serbixin û bîranîna wan timî bidin jiyîn.Em bejna xwe bi rêzdarî li ber bîranînên rêhevalên xwe ditewînin û soz didin ku em ê li ser şopa rêhevalên xwe bimeşin û li her derê ruhê ciwantiya APOYÎ biparêzin.

Nav û Paşnav: Hesen Mela Hesen
Navê Tevgerê: Karker Qamişlo
Nav Dayîk: Sedîqe Hesen
Navê Bav: Mihemed Mela Hesen
Cihê û dîroka dayîkbûyînê: 10.01.1999, Li bajarê Hesekê
Cih û Dîroka Şahadetê: 16.01.2026 Reqa

Nav û Paşnav: Ebdullah Debas
Navê Tevgerê: Brûsk Amed
Nav Dayîk: Menak Debas
Navê Bav: Ehmed Debas
Cihê û dîroka dayîkbûyînê: 2005, Dêrcemêl
Cih û Dîroka Şahadetê: 19.01.2026 Raqa


