SILÊMANÎ – Di çarçoveya piştgirîya berxwedana Rojavayê Kurdistanê de, îro li gelek bajarên Kurdistana Başûr çalakî û meşên girseyî tên lidarxistin. Li Silêmanîyê jî gel ji bo meşa girseyî derdikeve qadên bajêr.
Di çarçoveya seferberiya giştî ya ku ji bo Kurdistana Rojava hat ragihandin de, li hundir û derve welêt çalakî û protesto berdewam in. Li Kurdistana Başûr jî gel ji 7 heta 70 salî, ji bo bilindkirina dengê berxwedana Rojava, bi çalakî, xwepêşandan û kampanyayan Rojava piştgirî dike.
Îro jî li gelek bajarên Kurdistana Başûrê hat biryar kirin ku meş û çalakiyên girseyî bên lidarxistin.
Di saeta 14.00’an de li ber Parka Giştî dê şanoya tiyatroyê were pêşkêşkirin û stranên neteweyî bên xwendin. Piştre dê li Cadeya Salîm meşa girseyî were lidarxistin. Ev meş dê bi konsereke hunerî ya ku hunermendên ji çar perçên Kurdistanê tê de be, bidome. Her weha, bi hunermendên herêmî yên ji Başûrê re, hin hunermendên ku ji Ewropayê hatine Silêmanîyê jî dê di vê çalakiyê de beşdar bibin.
Ji bo meşa girseyî gel qadên bajêr tijî dike.


