WAN – Li Wan Xaçortê, ciwanên welatparêz ji bo protestokirina êrîşên çeteyên HTŞ-DAIŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin li ser Rojava daketin kolanan. Ciwanan li gelek deverên taxê agir pêxistin, rêyan ji trafîkê re girtin û bi molotof û fîşekên hewayî bi polîsan re pevçûn. Her wiha rêya nêzî baregeha leşkerî ya Kurubaş girtin û bi molotof û fîşekên hewayî êrîşî baregehê kirin.



