MEXMÛR – Bi armanca şermezarkirina 26`emîn salvegera Komploya Navneteweyî a li dijî rêberê gelan Rêber Abdullah Ocalan pêk hatibû, her wiha ji bo daxwaza azadiya fîzîkî a Rêbertî li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî a Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê a 3 rojan hate destpê kirin.
Di derbarê çalakiyê ji aliyê komîta amadekar a çalakiyê ve hate diyar kirin ku ev çalakî her sal bi vê şêwazê li wargehê pêk tê. li gorî hate diyar kirin ev çalakî di 13’ê Sibatê de destpê dike û heta dawiya 15’ê Sibatê wê bidome.
Çalakiya grevê ya îsal bi tevlîbûnekî xurt ji aliyê gelê wargehê bi taybet jin û ciwanan de bi daxuyaniyeke starta wê hate dayîn. Çalakî bi deqeyek rêzgirtin li ser rihê Şehîdan destpê kir.
Çalakî bi çoş û moralekî mezin jş aliyê başdarvanan ve hate pêşwazî kirin. Bi stranên berxwedana Rêber APO û berxwedana Gerîlayên Kurdistanê silav dike ve ji aliyên ciwanan ve didome.
ciwanên ku beşdarî çalakiyê bû dan xuya kirin ku ew îsal ji her demê zêdetir bi biryar û îsrar in ku azadiya fîzîkî a Rêber APO pêk bînin. ciwanan bal kişandin ser sîstema tecrîdê a Îmraliyê û gotin em heta sîstema îşkenceyê ji ser rêbertiya me neyê şikandin emê her li qadan bin û her di nava çalakiyan de bin.