FRANKFURT – Çalakiyên hevgirtinê li dijî êrîşên li ser Rojava li Frankfurtê bênavber berdewam dikin. Îro bi hezaran kes li navenda bajêr, li ber Hauptbahnhofê kom bûn û meşek hevgirtinê bi gelê Rojava re li dar xistin.
Bi pêşengiya ciwanên endamên TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger), jinan û meclîsên li Frankfurt – Offenbach – Hanau, meş bi rê ve hat kirin; bi bayrakên Rojava, flamayên YPJ, pankartên bi nivîsa “Jin, Jiyan, Azadî” û sembolên azadiyê di destan de, girseyê rêberî kirin.
Di meşa bi coş a ku nêzîkî du saetan dom kir de, girse bi dengê bilind sloganên “Bijî berxwedana Rojava!”, “Jin, Jiyan, Azadî!”, “Rojava direniyor, Frankfurt uyanıyor!”, “Es lebe die kurdische Frauenrevolution!” bi hev re qîrîn. Almanên hevalên gelê Kurd û enternasyonalist jî di nav girseyê de cih girtin û bi vê yekê piştgiriyê hê bêtir xurt kirin.
Girse bi gotina “Heta ku destkeftiyên Rojava were parastin û êrîş rawestin, em ê kolanên Frankfurtê vala nehêlin” biryar û kararlîtiya xwe careke din nîşan da. Li raya giştî ya navneteweyî bang hat kirin: “Bêdeng nemînin, nebin hevkarên qirkirina gelan.”
Meş li Hauptwache bi dawî bû, û rêxistinê ragihand ku sibê saet 14.00’ê li Frankfurt Hauptbahnhofê dîsa li heman cihê dê civîn were kirin. Hat vurgulandin ku çalakî dê bi zêde bibe û girseya ku hîn berfireh bihewîne.



