NAVENDA NÛÇEYAN – Di roja îro de peşketinen teknîkî û teknolojî bandorekî pir mezin li ser guhertin û veguhertinên di jiyana civakê de ava kir. Di şewazê tekilîdayinê civakê û ji hevdu agahdarkirina derfetên pir mezin û bilez çêbûn. Lê eksê wê her kû derfetên têkilî zêdetir bûn, têkiliyên civakî her kû çû lawaz bûn. Her çiqas sînor û dûrbûn jî hebe bi awayekî pir hêsan agahdarbûn çedibe, heta mirov wisa dikare beje kû cîhan bi hemû mezinbûna xwe weke gundekî biçûk lê hatiye. Wisa jî hemû pêşketin û berhemên kû di cihanê de ava dibin pir zû li her derê belav dibin. Lê di heman demê de hemû tiştên neyînî û erîşên li ser jiyana civakî jî pir zû belav dibin. Ji ber Modernîteya Kapîtalîst vê derfetê ji bo helandina tekiliyên civakî bi kar tîne. Herî balkeş jî, di roja îro de platformên dijîtal medya hatin vekirin û wekî “medyaya civakî” tên bi nav kirin, lê di wateya rastîn de ji bo xirabkirina têkiliyên civakî erîşeke ne. Ji bo vê jî van platforman ji pênaseya medyaya civakî weke “medya dijîtal” pênase kirin wê pir rastir be. Weke mînak di roja îro de, di kombûna civatê de li şûna kû rû bi rû bi hevra biaxivin kû têde hest û mîmîk hebin û ew li kêleka hevdû ne, li ser înternetê bi hev re diaxivin. divê em bikaribin van rewşan baş dahûrandin bikin ka çawa mejiyê mirov ditevizîne û qada afrîneriya mirov dagir dike. Di heman demê de şerekî psîkolojîk li ser jiyana civakê dimeşe û vê bi bombebarandina agahiyan û bi şewazên din ên cur bi cur şîroveyên ku dikin, mejiyê civakê tevlîhev dike. Nema dikare rastî ji şaşiyê cûda bike. Îro em di serdemekî wisa de ne kû agahî wekî hêza herî mezin tê pênase kirin. Bikaranîna bê sînor ya medya dijîtal wisa lê dike ku di civakê de tiştekî veşartî namîne, ev jî rê li ber tundî û terora dijîtal vedike. Di nava hemû yêkeyên civakî de parçebûn û belavbûnê avadike û tekiliyen hevaltî, cîrantî, malbatî û xuşk û biratiyê dike hedef. Ev jî ji ber tarzê bikaranînê ye ku pîvan û xweseriya tekiliyên civakî nahêle. Her wiha bi teşhîrkirin, agahiyen derew û xapandinê, wisa dixwaze vê di nav kombuna civakê de jî weke heqîqet bide nasîn. Û ji bo jiyana civakî ji heqîqetê qut bike hemû rê û rebazên propoganda dide meşandin. Yek ji xeteriyên herî metirsîdar, îro dema dixwazin zarokan bidin sekinandin bi dayîna telêfone didin hêdîkirin û jêre dibin li ser platformên dijîtal. Ev elimandinekî pir xetere ji bo zarokan ye, ku wê bibe sedema rûxandina civaka peşerojê. Jiber peşeroja jiyana însanê bi fêrbûnên di temenê zaroktî de tê rûniştandin. Û yên ku herî zêde dibin qurbanê van erîşan; jinên ciwan û ciwan in. Jiber ciwantî hêza herî zindî û afrîner, potansiyelê enerjî û hêzê pênase dike. Di despêkê de erîşên zayendî li ser hebuna jinê tên meşandin. Û vê bi reklamên ji bo laşfiroşî li ser jinên ciwan pêk tînin û hemû şêwaz û rêbazên dijî exlaqî bi kar tînin. Ji bo qezenca herî mezin ya maddî bi dest bixin û qontrolkirin û hukimkirina li ser ciwanan ava bikin, bi taybetî û bi berdewamî li ser kûrkirina cînseltî ya di nava civakê de û bi taybetî di nava ciwanan didin meşandin. Bi vê bombardûmanê, mejiyê civakê felç dikin û civakê di nava ajoyan de heps dikin. Rojane ji bo ev bazirganî berdewam bike her dem platformên nû yê dîjîtal çêdikin. Wisa maskeyên cur bi cur bi kar tînin. Platform û malperên dîjîtal herî zêde demê civakê dikujin û kesayetek bê îstîqrar ava dikin. Wisa li kesayeta dike kû ji çi hez dike û ji çi aciz e ew bi xwe jî nizane. Di hêstan de parçe û di mejiye de parçebûn ava dikin. Em dikarin mînaka şêwaza naveroka “reyîlez” ango naverokên kurt ên ku li ser malperên dîjîtal belav dibin bidin. Mirov dema dîmenkî hestiyarî temaşe dike jê bandor dibe û dema dîmenekî kêfxweşî temaşe dike bandor dibe. Wisa lê tê ku di heman kelî de dikare du tişten dij hevdû jiyan bike. Di heman demê de tenê ji bo îstatîstîkê malperên xwe bilind bike dikeve nava hemû hewldanan û heta rebazên bê exlaq û ji çanda civakê qut in bi kar bine. Ev bi temamî bêwatebûyinê îfade dike. Qaşo ji bo komîk bibe hemû laçqetiyê û bêçandiyê dike. Di roja me ya îro de ciwan piraniya demê xwe bi şopandina van naverokan derbas dibin.
Ev jî bandorekî pir mezin li ser şekil û cewherê jiyana ciwanan dike. Wisa dike kû pêkhateya ciwanan ji xwenasîne xwe qût dibe. Zeman û nirxên herî mezin bi bikaranîna înternet û telefonê tên kuştin. Heta çiqas dem bi telefonê re mijul dibe nikare nîve wê bi nirxen herî pîroz yê jiyanê re mijul bibe. Ev rewş însanê rojane dibe ber bi teqlîd û xwe şibandina Modernîteya Kapîtalîst. Wisa lê hatiye kû beşek ji civakê ji bikaranîna telefon û înternete bûye kole. Yek ji şêwazên platforman jî ew e ku însan bi xwe bê rûmetiya herî mezin ji bo xwe bike. Ev jî ji bo bidesxistina pereyan dike, mînak naverokên li ser tîktokê belav dikin. Vana ketina civakê ya ji mirovbûnê pênase dike û ev rastî aşiqê celladê xwe bûyinê ye. Di van malperên dijîtal de giştî rêbazên derew û xapandinê tên bikaranîn. Ji ber malperên bi navê cûda çêdikin û îdda û iftîrayê ku dixwaze bêjin, pir hêsan dikare belav bikin. Yek ji gotinên dagirkeriyê kû dibêje derew bike û bike heta ku rastiya heyî bi derewan bidî qebulkirin. Bi vê şeklê heqîqeta civakî tarî dikin. Yek ji rêbazên herî qirêj kû li ser van malperên dîjîtal tê meşandin jî ev e ku weke sîxûrekî bê navber jiyana civakê dixin nava şopandinê. Ango bi reya telefonan ajanê xwe xistin di bêrîkê her kesî de. Hemû rexistinên îstîxbaratî li ser înternet û qadê dîjîtal agaiyên derew belav dikin û weke qadekî şerê psîkolojîk bi kar tînin. Û di van qadên dîjîtal de agahiyên veşartî kom dikin.
Em çawa dikarin xwe ji van erîşan biparezin û van qadên dîjîtal yên kû Modernîteya kapîtalîst ava kirine veguherînin qadê propagande ya ji bo civaka exlaqî û polîtîk? Di serî de divê mirov baş bizane kû ev qadên dîjîtal ji aliyê pergalên şerê taybet hatine avakirin û armanc ew e kû şeklê jiyana kapîtalîst bidin domandin. Divê mirov vê rewşê baş nas bike da kû bikare li gorî wê van qadên dîjîtal bikar bike. Û yek ji mijarên herî bingehîn jî, divê xweparastina xwe bide avakirin ji bo tu nebî parçeyekî ku xizmeta ji sîstema dagirkerî re dike. Ji bo tu bikarî li dijî Modernîteya Kapîtalîst şer bikî, divê tu bikarî xwe ji bandorê Modernîteya Kapîtalîst xilas bikî. Ji ber ku ew taybetmendiyên hebûna mirovê mehkumî koletiyê dike. Ji bo wê divê bikaribî kesayeta xwe ji taybetmendiyên sîstema qirker û dagirker xilas bikî. Ji bo tu bikarî bibî hêzekî û xizmeta civakê bikî, divê tu zaîfiyên kesayeta xwe tespît bikî û hakîmiyetekî li ser wan ava bikî. Wisa tu bikarî li dijî qirkirina çandî ya bi riya malperên dijîtal tê kirin têbikoşî. Eger tu dixwazî di dîjîtal medya de cihê te hebe, despêkê divê tu bi berdewamî xwedî armanc bî û rojeva te ya taybet hebe. Ji ber rewşa girêdanbûn a bi telefon û înternetê re weke bikaranîna madeyê hêşbir e. Ji ber wê bêyî mirov ferq bike bandor dide avakirin, divê tu naverokên ku li ser dîjîtal medya dişopînî bi baldarî hilbijêrî ji bo bikarî xwe ji xefikan biparêzî. Dema mirov xwe li ser armanca avakirina rojevê bi hakimîyet be û rexistinbuna cewherî di kesayeta xwe de ava bike. Di heman demê de mirov dikare weke arteşên medya dîjîtalê xwe rexistin bikin ku bikare bi awayekî hevpar û li ser yek armanc bi berdewamî rola parastinê bileyze da ku van erîşên li ser civakê vala derxê û vê rewşê veguherîne qada propaganda ji bo ku nirxên civakî werin parastin. Lê divê mirov ji şewazê ku pir li gorî van platforman diçe bi hincetan wekî “bila malperê min neyê girtin” dûr bisekine. Nabe tu terzê tekoşînê xwe nerm bikî û qet nabe tu bejî ez çi bikim dîsa ew malperên me digrin û xwe bikî rewşekî bê çaretiyê. Divê li beramber van rewşan bikarî bi berdewamî terz û rêbazê xwe yê tekoşîne nû bikî. Bi vî awayî bi rexistinî û giredana bi armancê xwe re, tu dikarî nirxên sosyalîst û demokrat û jiyana azad û bi rumet bixî rojeva platformên dîjîtal ku ew di rojeva giştî ya civak û ciwanan re biteyise. Ya herî girîng pewîste tu bikarî xwedî îrade bî û di şêwaz, tarz û saetên bikaranîna telefon û înternet û bi giştî şêwazê bikaranînê te li ser esasê pewîstiyên jiyanê û têkilî danînê be. Nabe tu hema bêjî demê min yê vala heye û ezê ji xwe re van malperan bişopînim.
Divê her ciwanek vê qet jibîr neke kû îro medyaye dijîtal jiyana civakê ber bi robotbûnê ve dibe. Di heman demê de ew jerontoqrasî desthilatdariya xwe li ser ciwanan ferz dike û divê her ciwanek li ser vê rewşê baş lehurbun bike, ka çawa dikare hêza xwe ya ciwantî ji jerontoqrasîyê biparêze. Ya rastî îrade û biryara azad dikare mirove ji her rewşê rizgar bike.
Çawa îro em behsa xeteriya qirkirina fîzîkî dikin, wekî ku eger bombek dikare jiyana fîzîkî ya însan bi dawî dike, divê em baş bizanin ku erîşên ku li ser dîjîtal medya tên kirin, dibe ku jiyana însan ya fîzîkî rasterast bi dawî nakin lê wateyekî wî jî nahêlin. Û dema jiyana mirov a manewî bi dawî dibe, bi esasî hebûna mirov bê nirx dibe û tîne rewşekî trajîk. Ji ber ku dema mirov ji aliyê sîstemekî were qirkirin û ne di ferqa wê rewşê kû jiyan dike ye û ew xizmeta înkara xwe û civakê xwe dike an jî beşek ji vê rewşê be, ev ji bo mirov pir bi êş e. Qirkirina çandî deh qat ji qirkirina fîzîkî xetertire. Ji bo vê pêwîste mirov xwedî wê hişmendiyê be ku eger mirov di nava mewziyekî şer de be, çawa ji bo şer qezenç bikî tu gule dibarînî û sengerê xwe ya şer qewî dikî, divê mirov giringiya rast bikaranîna van malperan weke mewziyê şer ya li dijî qirkirina çandî bi kar bîne. Ji ber dagirkerî li ser qirkirina çandî dixwaze dawiya me bîne. Ji bo wê jî parastina çanda civakê parastina rumeta civakê ye û parastina hebûn û azadiya wî ye. Divê her ciwanek di hemû beşên jiyanê de bikare bibe şervan û parezvanê heqîqî ya civaka exlaqî û polîtîk. Wisa dikare bi nirxên xwe yê çandî bijî.


