NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî ragihand ku armanca peymana bi hikumeta demkî re agirbest û pêşiya planên qirkirina gelê Kurd were girtin, bû. Ebdî got hêzên hikumeta demkî nakevin bajar û gundên Kurdan, birêvebirina wan wê ji hêla xelk û hêzên wan ên xwecihî be. Wê di 2ˊyê Sibatê de peyman bikeve pratîkê.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî di bernameyeke taybet li ser kanala Ronahî TV de de got hevdîtin di 27ˊê Çileyê de bi serokê hikumeta demkî Ehmed El Şeri re çêbû, dûre vê sibehê peywendiyeke telefonê çêbû, peymanek bi armanca rawestandina şer hat ragihandin. Ev lihevkirinê bi armanca pêşî li plana qirkirinê ya mezin a li dijî gelê Kurd bigire pêk hat. Li hember vê planê tu tevgereke hêzên navneteweyî û civaka navneteweyî tune bû.
BENDÊN PEYMANÊ
Ebdî ddiyar kir ku li gorî peymanê hêzên hikumeta demkî nakevin bajar û gundên Kurdan. Erka parastina van herêman wê ji hêla Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve be, wiha got: “Me li hev kir ku hêzeke sînordar û diyar ji Ewlehiya Giştî derbasî çargoşeya ewlehiyê ya Qamişlo û Hesekê bibin, tenê erkên wan îdarî bin, da ku proseya entegrasyonê bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re bişopînin.”
XURTKIRINA TAYBETMENDIYA HERÊMÊN KURDAN
Ebdî anî ziman ku peymanê ji tevahî aliyên îdarî, leşkerî, ewlehî û siyasî ve taybetmendiya herêmên Kurdan xurt kir. Hêzên leşkerî derbasî tu gund û bajarekî Kurdan nabin. Birêvebirina van herêman dê ji hêla xelk û karmendên an ên Cizîrê û Kobanê be. Wê hêzên QSDˊê jî xwe li gorî tûgayan li van her du herêman xwe bi rêxistin bike.
RAKIRINA DORPÊÇÊ JI SER KOBANÊ
Ebdî da zanîn ku wê dorpêça li ser Kobanê rabe. Di 2ˊyê Sibatê de peyman dikeve pratîkê, hêzên QSDˊê û yên hikumeta demkî ji eniyên şer ên Cizîr û Kobanê vedikişin. Ev lihevkirin piştre herêmên Efrîn, Serêkaniyê jî digirin nava xwe, ji ber ku herêmên Kurdî ne.
SAZÎ Û GARANTÎ
Girêdayî vê mijarê, Ebdî ragihand ku tevahî karmendên saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser wê entegreyî saziyên girêdayî hikumeta demkî bin û erkên xwe dewam bikin. Têkildarî garantiyên navneteweyî jî, serokê Amerîkayê bi serokê Sûriyeyê re axivî û piştgirî da peymanê. Serokê Fransayê jî got ew ê garantorê siyasî ya peymanê be.
CIH Û BERPIRSIYARA EBDÎ PIŞTÎ PEYMANÊ
Li ser cih û berpirsiyariya wî piştî peymanê, Mazlûm Ebdî got: “Ez ê di nava gelê xwe de li ser pêşxistina yekitiya Kurdî bixebitin. Min tevahî pêşniyarên girêdayî siberoja xwe red kirin, min mayîna di nav gel de û karkirina li ser yekrêziya Kurdî tercîh kir.”
Ebdî di berdewamê de anî ziman ku: “Em dizanin ku piranî gelê me ji vê peymanê nerazî ye. Lê di vê qonaxê de ev bijarteya guncaw û heyî bû. ji lew re em ji gelê xwe re dibêjin ku bila rihet û bawer bin.”
VEGERANDINA DÎLGIRTIYAN
Der barê vê mijarê de Ebdî daxuyand ku bi hikumetê re li ser vegerandina tevahî dîlgirtiyan li nava malbatên wan li hev kiriye, ji ber ku ev gaveke mirovî ya bingehîn di peymanê de ye û ji bo bidawîkirina zehmetiyên malbatan û xurtkirian baweriyê di nava aliyan de ye.
SERBILINDIYA BI GELÊ KURD
Ebdî serbilindî û kêfxweşiya xwe bi gelê Kurd û Kurdistanê ya serî hildaye û li kêlek hêzên xwe sekîniye anî ziman û got vê helwesta gel guherînek di raya giştî de çêkir û ji sedema ku hiştiye ev lihevkirin pêk were, ye. Ebdî silavên xwe ji gelê Kurdistanê, hêz û partiyên siyasî yên Kurdî re şandin.
SILAV Û BANGA VEGERÊ
Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî di dawiyêd e berxwedana gelê herêmê silav kir û got ew ê heta pêkanîna tevahî mafên rewa têkoşînê dewam bikin û bang li koçberan kir ku vegerin malên xwe, bi taybet xelkê bajarê Hesekê.


