DORTMUND – Bi deh hezaran Kurd û alîgirên wan li bajarê Dortmundê yê li eyaleta Almanya ya North Rhine-Westphalia (NRW) daketin kolanan.
Li Meydana Dortmund HBFê, Kurdistanî û hevalên wan li dijî qetlîamên li Rojavayê meşiyan
Li Meydana Dortmund HBFê, Kurdistanî û hevalên wan li dijî qetlîamên ku li Rojavayê têne kirin meşeke protestoyê pêk anîn. Girseya bi hêrs û aciziyek mezin meşiyan û gelek caran sloganên wekî “Terorîst Colanî”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPG-YPJ” û “Deutschland finanziert Syrien bambardiert” bi deng bilind avêtin.
Bi bangê hevbeş ê TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger), TekoJIN (Jinên Ciwan ên Têkoşer), YJK-E û KCDK-E, çalakiyeke girseyî hat lidarxistin û deh hezaran kes hatin derkeftin ser kolanan. Di protestoya ku bi beşdariya fireh a Kurdistanî û hevalên wan pêk hat, berxwedana bi îradeya gelê Rojava hat silavkirin.
Girseyê ku bi alayên YPG, YPJ û TEV-DEM meşiyan, ji aliyê mirovên derdor û esnafan ve bi alkîş û sloganên piştgiriyê hat pêşwazîkirin.
Bi pankartên ku li ser wan nivîsî bûn “Şehîdên me rûmeta me ne” û “Freiheit ist nicht Verhaldelbar ve Anerkennung für Rojava”, xwepêşandêr li Friedenplatzê daxuyaniyeke çapemeniyê kirin.
Li Friedenplatzê, ciwanên endamên TCŞ û TekoJIN bi şêwazeke tiyatroyî qetlîama ku bi hevkariyê ya DAIŞ–HTŞ–TC li dijî gelê Kurdistanê tê kirin nîşan da. Di meşê de jî ji esnaf û girseyê re gul û broşûrên bi nivîsarên bi zimanê Almanî ku qetlîamên li Rojavayê şîrove dikin, hatin belavkirin.
‘Hêzên navneteweyî çima bêdeng in?’
Di protestoyê de, parlementerên partiyên SPD û GRÜNE jî beşdar bûn û bi navê partiyên xwe axaftin. Ew bêdengiya hêzên navneteweyî li dijî qetlîamên li Rojavayê rexne kirin û bang li dayîn ku Rojava statûyek were naskirin. Di axaftinên xwe de wan vurg kir ku divê hikûmeta Almaniya bi lez li dijî vê qetlîama bi awayek eşkere tevbigere.
Ji aliyê partiyên Kurdistanê ve jî, PJAK û Partîya Nûjen bi nûnerên xwe li çalakiyê beşdar bûn. Nûneran di daxuyaniyên xwe de got ku têkoşîna Kurdistanê didome û wekî ku bi rastiya Rojavayê tê dîtin, yekîtiya neteweyî ji bo gelê Kurd êdî ne şertê bijîjkî ye. Wan destnîşan kir ku ew ê ji bo pêk anîna vê yekîtiyê û parastina destkeftiyên gelê Kurd bi hemû hêza xwe bixebitin û berxwedana Rojavayê silav kirin.
‘Banga Rohilat Efrîn’
Banga vîdyoyî ya ku ji aliyê Fermanberê Giştî yê Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rohilat Efrîn ji bo çalakiya Dortmundê hat şandin, di eylemê de hat nîşandan.
Di dawiya çalakiyê de, komîteya amadekar bang li beşdariyê kir ji bo çalakiya roja paşê û eylem bi silavkirina berxwedana Rojavayê bi dawî hat.


