Enter your email Address

Çarşamba, Şubat 4, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Biranîna Şehîdan

Axaftina dawî ya Şehîd Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn hat weşandin

Endamên Tabûra Nemiran şehîd Rojhat Zîlan û şehîd Erdal Şahîn ku 1'ê Cotmeha 2023'an li Enqereyê çalakiya fedaî kirin, beriya biçin çalakiyê axivîbûn û gotibûn, "PKK derya ye, em jî dixwazin bibin dilopek ji vê deryayê re."

Edîtor: Çekdar Amed
11/01/2024 - 12:25
di nav Biranîna Şehîdan, Giştî, Kûr Bûyin, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Axaftina dawî ya Şehîd Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn hat weşandin
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamên Tabûra Nemiran şehîd Rojhat Zîlan û şehîd Erdal Şahîn ku 1’ê Cotmeha 2023’an li Enqereyê çalakiya fedaî kirin, beriya ku biçin çalakiyê axivîn û axaftina wan li Gerîla TV hate weşandin.

Rojhat Zîlan bi silavkirina hevrêyên xwe yên li qada berxwedanê dest bi axaftina xwe kir û got, “Beriya her tiştî hevrêyên xwe yên li çeperên şer têdikoşin, ji dil û can silav dikim, hevalên şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînim û soza tolhildanê dubare dikim.

Demeke dirêj em li bendê bûn ku çalakiya fedaî bikin. Em dereng jî man, lê belê şert û merc guncaw bûn. Ji ber vê yekê jî em rexnedayina xwe didin. Demeke dirêj e em di pêvajoyeke giran re derbas dibin. Dewamkirina êrîşên dijmin, bikaranîna çekên kîmyewî, hevkariya PDK’ê ji xwe giraniya vê pêvajoyê nîşan dide. Di demên diyar de divê hin gav bêne avêtin. Dibe ku çalakiya me vê yekê pêk bîne. Em dixwazin di vê pêvajoya giran de bi rola xwe rabin. Tevgera me şensek da me, em ji ber vê yekê kêfxweş in û kelecan in. Di demekê de ku tecrîda li ser Rêbertî ewqasî giran bûye, êrîşên li dijî tevger û gelê me zêde bûne, diviyabû hin tişt bihatina kirin. Girîng e ku hin tişt li cihê rast û dema rast bêne kirin. Ev dem jî demeke bi vî rengî ye. Di vê pêvajoyê de gelek hevalên me dixwazin di şûna me de be, em vê hîs dikin. Hevrêyên me di dilê me de ne.

Li qada berxwedanê gelek hevalên ciwan hene. Dema ku em wan hevalan dibînin, ji wan gelek hêz û moralê werdigirin, bawaeriya me hîn zêde dike. Bêguman meşandina şerekî bi vî rengî ne hêsan e, lê belê bawerî û îradeya wan hevalan rastiya Rêbertî û tevgera me ye. Dijmin ji bo hevalekî me qetil bike, çi jê tê dike. Weke ku tê zanîn çekên kîmyewî jî têne bikaranîn. Bi vê wesîleyê di şexsê hevalên Baz Mordem û Helbest Koçerîn de hemû hevrêyên xwe yên bi çekên kîmyewî şehîd bûne careke din bi rêzdarî bi bîr tînim. Şehadeta wan ewqas hevalan bi êrîşên çekên kîmyewî ji bo me gelekî giran bû. Yek ji armancên çalakiya me jî hilanîna tola hevrêyên me yên hatin qetilkirin e. Armanca me ew e ku ji bo Rêbertî, ji bo tevgera me, ji bo gelê me, ji bo hevrêyên me bi ser bikevin. Me soza vê yekê dan û dema ev soza me bi ser ket hingî wê bi wate bibe. Ji bo me gelekî girîng û hêja ye ku çalakiya me bi ser bikeve. Tevî hevalê Erdal baweriya me ya bi serketinê tam e. Em ê tola hevalên xwe yên ku bi çekên kîmyewî şehîd bûne teqez hilînin. Ji ber ku ev yek di dilê min de birîneke.

Daxwaza me ji hevrêyên me ew e ku xwe biparêzin, xwe xurt bikin, derbên giran li dijmin bixin. Pêvajoya heyî vê yekê ferz dike. Dema ku em li çalakiyên hevrêyên xwe dinirên dibînin ku çawa derbên giran li dijmin dixin. Bi taybetî pêkhatina van çalakiyan bi pêşengiya YJA Starê hêz û moralê dide me. Hevalên me yên jin li her qadê pêşengiyê ji têkoşînê re dikin. Di berxwedana dijî dijmin de kedeke mezin a hevrêyên me yên jin heye. Em hevrêyên xwe hemûya yek bi yek silav dikin, hezkirinên xwe pêşkêş dikin. Em serbilind in ku hevrêyên we ne. Em bi dilrehetî û baweriya bi serketinê diçin. Çavê me wê li paş nemîne. Em careke din hevrêyên xwe hemûyan bi hurmet silav dikin, bila baş li xwe binihêrin.”

Gerîla Rojhat Zîlan bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo”, “Bijî PKK”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin, Jiyan, Azadî” dawî li axaftina xwe anî.

BILA DIJMIN VÊ BAŞ ZANIBE; WÊ NIKARIBE PKK’Ê BIQEDÎNE

Gerîlayê HPG’ê Erdal Şahîn anî ziman ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk gerîla berxwedaneke mezin nîşan dide û beriya biçe çalakiyê ev peyam da: “Em dixwazin bibin parçeyek ji vê pêla berxwedanê. Kedeke gelekî mezin a hevrêyên me, tevgera me li ser me heye. Em dixwazin hêjayî vê kedê bin. Em di pêvajoyeke gelekî giran de ne. Ji bo azadiya Kurdistanê, ji bo azadiya Rêbertî û gelêw Kurd, her devera ku tevgera me, gelê me lê ye qada berxwedanê ye. Dema ku me her der kir qada berxwedanê em ê hingî bi ser bikevin. Bêguman ji bo şoreşê pêwîstî bi berdêlên giran heye. PKK’ê bi hezaran caran ispat kir ku wê berdêlan bide lê belê paşve gavê neavêje. Çi pêwîst be wê heta dawiyê wê bike. Her milîtanekî PKK’ê fedaiyeke. PKK ji xwe tevgereke tolhildanê ye. Weke gel û gerîla divê em di vê pêvajoyê de wezîfeyên xwe bi cih bînin. Ji ber ku di vê pêvajoyê de fedakariyên mezin divê. Her roj em hîn bêhtir nêzî armancên xwe dibin. Yek ji armancên me yên herî mezin pêkanîna azadiya Rêbertî û Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê jî divê em wezîfeyên xwe bi cih bînin.

Em ê bi hevalê Rojhat re biçin çalakiyê. Xwe gelekî bi şens dibînim, ji ber ku tevgerê firsendeke bi vî rengî da me. Lidarxistina çalakiyeke bi vî rengî daxwaza bi sedan hevrêyên me ye. Em zanin ku barê me giran e, lewma ji bo vê wezîfeyê bi rengekî hêja bi cih bînin çi pêwîst be em ê wê bikin. Ji bo me ji bilî serketinê rêyeke cuda nîne. Di vê pêvajoyê de me gelek hevalên xwe yên hêja ji dest dan. Ya ku divê em bikin jî hilanîna tola hevrêyên me yên şehîd ketine. Bila dijmin vê baş zanibe; cîhan hemû jî bibe yek wê wê nikaribe PKK’ê biqedîne. Dijmin di serî de çekên kîmyewî bi her awayî êrîşan dike, lê nikare berxwedana me bişikîne. PKK dema roj tê li dilê dijmin dixe. Ji bo vî gelî, ji bo vê tevgerê û vî Rêberî em çi bikin kêm e. Bi hezaran canê me hebe em feda bikin jî wê têrê neke. PKK deryayeke, em jî dixwazin bibin dilopek li nava wê deryayê. Em bawer dikin ku çalakiya me wê bi ser bikeve.

Yekane daxwaze me ji hevrêyên me ew e ku çi dibe bila bibe bila dilê dijmin xweş nekin. Li dijî dijmin bila her tim xwe biparêzin. Ji bo ji vê pêvajoya giran bi serketî derkevin divê heval hemû bi teqezî xwe biparêzin û bersiva pêwîst bidin dijmin. Yekane daxwaze me ji hevrêyên me ev e. Her wiha li her derê, li her qadê bila xwedî li tevgerê, Rêbertî û hevrêyên xwe derkevin. Ev yek ji bo me dawî nîne, destpêk e, ji ber vê yekê em xatir ji hevrêyên xwe naxwazin. Ji ber ku armanca me yek e, em dixwazin vê armancê bi ser bixînin. Hemû hevrêyên li qada azadiyê bi fedakariyeke mezin têdikoşin, li ber xwe didin careke din silav dikin, hezkirinên xwe pêşkêş dikin. Ji hemûyan re serketine dixwazin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Mêrdînê serdegirtinên malan

Nivîsa Pêş

Li Zanîngeha Enqereyê koma nijadperest êrişî xwendekaran kir

Çekdar Amed

Nivîsa Pêş
Li Zanîngeha Enqereyê koma nijadperest êrişî xwendekaran kir

Li Zanîngeha Enqereyê koma nijadperest êrişî xwendekaran kir

Ciwanên gundewarên Kobanê ji bo daxwaza azadiya Rêber Apo meşekî li dar xistin

Ciwanên gundewarên Kobanê ji bo daxwaza azadiya Rêber Apo meşekî li dar xistin

Manşet

  • Di rewşa şer de xwendekarên Kobanê perwerdeyên alîkariya yekem lidardixin
  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin
  • DFG’ê: Di Meha Çileyê De 14 Rojnamevan Hatin Binçavkirin û Yek Hat Girtin
  • Pêşwazîkirineke Bi Coş ji bo Hêzên Ewlekariya Navxweyî li Hesekê
  • Gelê Ereb: Em ê Neteweya Demokratîk Biparêzin!
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

Herî zêde hatine xwendin

  • QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    QSDˊê Nasnameyên 8 Şervanan Ragihandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê 12 şehîd hatin oxir kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ‎Bi ços gelê Kobanê şahiye xwe ye di roja 15’emîn de didome

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinên Ciwan ên Kobanê fêrî çekê dibin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • NIRXANDIN – Bi armancan ve girêdana şidandî mitlaq dide qezenckirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ROJEVA 16’Ê SIBATA 2023’YAN

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Minbicê rê nedan çeteyên Tirkiyeyê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên gerîla didome: leşkerek hate cezakirin û 4 jî birîndar bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Helebê ciwanên PYD’ê şehîdên 12 Adarê bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Zanîngeha Rojava dest bi tomarkirina ji bo xwendina mastera jîneolojiyayê kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.