BERLÎN – Li paytexta Berlînê li dijî êrîşên li Rojavayê çalakî hat lidarxistin
Li paytexta Berlînê, li dijî êrîşên komên çekdar ên girêdayî Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ku Rojavayê hedef digirin, Kurdistanî û hevalên wan bi hev re hatin cem kirin û çalakiyeke protestoyê lidarxistin.
Mîtîng li pêşiya binaya Meclîsa Federal ya Berlînê dest pê kir û piştî wê meşeke girseyî pêk hat. Bi hezaran kes beşdarî çalakiyê bûn. Beşdaran flama YPG û YPJ hilgirtin û dövizên bi nivîsarên “Defend Rojava”, “Rojava ne tenêye ” û “Divê êrîşên li dijî gelê Kurd rawestin” li dest girtin.
Meş bi pêşengiya TCŞ (Tevgera Ciwanên Şoreşger), TekoJIN (Jinên Ciwan ên Têkoşer), Meclîsa Jinên Dest-Dan, Nav-Berlin û gelek sazî û dezgehên Kurdî hat lidarxistin. Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku êrîşên li Rojavayê sûcên li dijî mirovahiyê ne û bang li Yekîtiya Ewropî û raya giştî ya navneteweyî hat kirin ku bêdeng nemînin.
‘Jin Jiyan bi Ruhê Azadî li kolanandanin’
Xwepêşandêran destnîşan kir ku van êrîşan, bi taybetî li dijî jinên Kurd, îradeya jiyana demokratîk û azad hedef digirin. Hat balkêşkirin ku dewleta Tirk di van êrîşan de rolê xwe hildide û ev rewş her weha êrîşek e li ser pêvajoya aşîtî û demokratîk a li Tirkiyeyê. Xwepêşandêran vurg kir ku divê hevalbendiya bi gelê Rojava re bi ruhê Jin Jiyan Azadî were domandin.
Bi sloganên ku pir caran hatin avêtin, çalakî berdewam kir. Di daxwazên xwe de xwepêşandêran ji Yekîtiya Ewropî xwestin ku li dijî operasyonên leşkerî yên Tirkiyeyê li herêmê helwesteke zelal bigire, mafên siyasî û mirovî yên gelê Kurd biparêze û divê êrîşên li Rojavayê bi lez û bez rawestin. Protesto li Alexanderplatzê bi slogan û peyamên piştgiriya hevpar bi dawî hat.


