DİRBÊSİYÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Dirbêsiyê ji bo mîsogerkirina ewlehiya bajarê xwe, danê êvarê di kolanan de nobet digirin.
Bi vî awayî ciwanan pêşengtiya xwe ji parastina rewa re didin diyar kirin da ku tevahî civak bi erkê xwe rabe. Ev çalakî îradeya civakê ya ku xwe bi xwe birêvedibe nişan dide û moral di nav gel de dide ava kirin.


