NAVENDA NÛÇEYAN – Ciwanê ji Kerkûkê yê binavê Ehmed Hêmin ku piştî ragihandina seferberiya giştî berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û tevlî berxwedana rûmetê bû, hate zanîn ku li Hesekê şehîd bû. Roja Înê wê cenazeyê wî bînin Başûrê Kurdistanê.
Piştî êrişên hovane yên çeteyên hikûmeta demkî ya Şamê, DAIŞ’ê û çeteyên dewleta Tirk bo ser Rojavayê Kurdistanê û gelê wê, rêveberiya Rojavayê Kurdistanê seferberiya giştî ragihand. Ciwanên Başûrê Kurdistanê li ser banga seferberiyê bi erka xwe ya welatparêziyê rabûn û berê xwe dan Rojava. Yek ji wan ciwanên ku ji Başûr çûne tevlî berxwedana rûmetê ya li Rojava bibin, yê binavê Ehmed Hêmin li Hesekê şehîd bû.
Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, navê ciwanê şehîd bûyî Ehmed Hêmin’e û 23 salî ye. Piştî bîhistina agahiya şehîdbûna Ehmed Hêmin, malbata wî hatiye agahdarkirin.
Komîteya Malbatên Şehîdan ya Başûrê Kurdistanê şehîdbûna Ehmed Hêmin ji ajansa re piştrast kir û da zanîn ku ewê cenazayê wî roja Înê ji Rojava bînin Başûr.
Her wisa malbata Şehîd Ehmed Hêmîn jî diyar kir ku ew bi şehadeta kurê xwe serbilind û serfirazin ku xem û êşa parçeyek din ya Kurdistanê xwar û di oxira azadiya gelê Kurd de şehîd bû. Malbata Şehîd Ehmed Hêmin got; “Şehîd Ehmed Hêmin ne tenê şehîdê me ye, şehîdê hemû gelê Kurd û Kurdistanê ye.”


