COLEMÊRG – Li Geverê, êrîşên li ser Rojava bi meş û xwepêşandanan hatin protestokirin.
Li Taxa Cumhuriyetê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê, bi sedan kes, bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Welatparêz, êrîşên li ser Rojava yên ji aliyê HTŞ, DAIŞ û komên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin ve bi meşekê protesto kirin. Di tevahiya meşê de, gelek caran dirûşmeyên wekî “Jiyan bê rêber ne mimkun e”, “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî berxwedana YPG” û “Apoîst li her derê ne, li çiya û deştan in” hatin berzkirin.
Piştî meşê, ciwanan li gelek deverên taxê agir pêxistin, rêyan girtin û rê li ber polîsan girtin ku bikevin hundir. Wesayîtên zirxî yên polîsan ên ku hewl didan bikevin hundir piştî ku ciwanan bi kokteylên molotof û fîşekên hewayî bersiv dan, paşve vekişiyan.
Xwepêşandan li gelek deverên taxê berdewam dikin.


