DİRBÊSÎYÊ – Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan li bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê merasîma bibîranînê ya şervana YPJˊê şehîd Berçem Kobanê (Zeyneb Mihemed), bi amadebûna endamên saziyên sivîl, meclis û tevgerên jinên li dar xist. Şehîd Berçem Kobanê di êrişa asîmanî ya dewleta Tirk a dagirker a di 1ˊê Kanûna 2024ˊan de li bajarê Kobanê de şehîd bûbû.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre, endama Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Dirbêsiyê Sûryaz Simo diyar kir ku şehîd Berçem, tevî temenê xwe yê ciwan, mînaka wêrekî û biryardariyê bû, dijmin her tim jin û ciwanan armanc digire ji ber ku ew di Şoreşa 19’ê Tîrmehê de roleke pêşeng dilîzin.
Di dawiyê de sînevîzyonek li ser jiyana şehîd Berçem Kobanê û têkoşîna wê hat pêşkêşkirin û diruşmên “şehîd namirin” hatin berzkirin.

