MÊRDÎN – Ciwanên enternasyonal ên ku ji bo piştgiriya bi Rojava re hatibûn Mêrdînê hatin binçavkirin.
Ciwanên navneteweyî yên ku ji bajarên cuda yên welatên Ewropayê ji bo piştgiriya li dijî êrîşên li ser Rojava hatin Mêrdînê hatin binçavkirin. 16 ciwanên ku ji aliyê polîsan ve ji bo dersînorkirinê birin Rêveberiya Koçberiyê ya Parêzgehê, ji ber sedemên ku hêj nayên zanîn hatin binçavkirin.
Navên kesên hatine binçavkirin ev in: Anna Marie Müller, Marlene Emma Heldmann, Hilde Graf, Lana Sommer, Paul-Mathis Pfeiffer, Lea Hobbiebrunken, Laura Katharina Janku, Anjo Genow, Laura Schmid, Sarah Maria Moosmann, Emma Nelly Umlau, Lynn Mariam Bojang, Lena Sophie Schneider, Johanna Wiggers, Hannah Doris Drexler, Fereshte Khosravi.


