WAN – Li taxên Köyiçi û Sürmeli yên Wanê, ciwanên welatparêz ji bo protestokirina êrîşên HTŞ-DAIŞ û çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li ser Rojava daketin kolanan. Ciwanan li gelek deverên taxan bi agirên ku pêxistin rêyan girtin û bi molotof û fîşekên hewayî bi polîsan re pevçûn.
Nerazîbûnên ciwanan li kolanan mezin dibin û berdewam dikin.



