HESEKÊ – Li Hesekê, ciwanên ku beşdarî seferberiyê dibin, bi gotina stranan dema ku nobedariyê dikin, moral û motîvasyona xwe diparêzin. Ev ciwan li Hesekê kolan bi kolan li dijî êrîşên li ser Rojava yên HTŞ-DAIŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên piştgirîkirin, bi nobedariya xwe bajarê xwe diparêzin. Bi stranên xwe moral û motîvasyona xwe diparêzin, peyama berxwedaneke bênavber li dijî her êrîşeke pêşerojê dişînin.



