HESEKÊ – Îro, çalakiyên Mîhrîcana Orkêş a Muzîkê ya 3ˊyemîn a li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê, bi beşdariya 24 komên stranan ên ji tevahî bajarên Herêma Bakur û Rohilatê Sûriyeyê û derve hat lidarxistin, bi dawî bû.
Di çalakiyên roja dawî de koma “Gîvara -Kobanê, koma Elefteriya ya Hîlala Zêrîn-Dêrik, koma Mîrzo-Şengal, koma Duret El Furat-Tebqa, koma Gerstrêk a Hîlala Zêrîn-Hesekê, koma Rojav-Dirbêsiyê û koma Şehîd Zîlan huner û stranên xwe pêşkêş kirin.
Piştre xelat li komên beşdar hatin belavkirin.
Di vê çarçoveyê de, Endamê Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl spasiya tevhaî komên beşdarî mîhrîcanê bûne kir û diyar kir ku divê hemû spasiya YPJ û YPGˊê bikin û got: “Bêyî wan hêzan me mîhrîcan nedidît, ew herêmê û ewlehiya wê diparêzin.”
Piştre hejmarek hunermendan peyamên pîrozbahiyê ji bo lidarxistina mîhrîcanê şandin û diyar kir ku ji bo parasitna mîras û hunera herêmê divê mîna van çalakiyan werin lidarxistin.

