NAVENDA NÛÇEYAN – Komek ciwanên ji Başûr, Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ji bo tevlîbûna seferberiya li Rojavayê Kurdistanê derketin rê. Lê belê, li Deriyê Sînor ê Sêmalka yê Başûrê Kurdistanê, hêzên KDP’ê ew rawestandin û nehiştin ku derbasî Rojava bibin.
Ciwanan li dijî nehiştina ketina Rojava û beşdarbûna di berxwedana li dijî êrîşên dewleta Tirk, DAIŞ û çeteyên HTŞ’ê yên li ser Rojava nerazîbûn nîşan dan.


