MÜNSTER – Li bajarê Münster ê Almanya, bi hezaran Kurd careke din ji bo protestokirina êrîşên li ser Rojava daketin kolanan.
Kurdên ku bi rojan e xwepêşandan û meşên xwe didomînin, di bin serokatiya Ciwanên TCŞ Münster, Tevgera Jinan, Encûmena Herêmî û dostên Kurd ên navneteweyî de li ber Îstasyona Trenê ya Navendî (HBF) kom bûn. Xwepêşandan bi kêliyek bêdengiyê dest pê kir û bi meşek ji HBF heta Ludgeriplatzê berdewam kir.
Girseya ku di kolanên qerebalix ên bajêr re meşiya, li ber Şaredariya Munsterê kom bû. Di daxuyaniyên li wir de êrîşên nemirovane yên li Rojava hatin şermezarkirin û tekez kirin ku gelê Kurd heta ku Rojava azad bibe dê li kolanan be.
Xwepêşandan bi meşek din ber bi HBF ve bi dawî bû. Di tevahiya meş û mîtîngê de, gelek caran dirûşmeyên wekî “Bijî berxwedana Rojava”, “Yek yek yek, gelê Kurd yek e” û “Bijî berxwedana Kobanî” hatin berzkirin.
Di daxuyaniyê de her wiha hat ragihandin ku dê roja Pêncşemê 29ê Çileya 2026an, saet 18:00an de, li ber HBFê civînek din bê lidarxistin.


