ŞENGAL – Komuna Çapemeniya Şengal helbestek bi navê “Rojperestim” weşand. Ev helbest ji bo pêşxistina yekîtîyê di navbera gelên Rojava û gelê Şengal de hatiye amadekirin.
Gotinên helbestê: –
Siwarê deşta Mosul
Xwedan pariyek û pêlava sor
Rast hat, bêbextê çavsor
Û gotê:
Hey neyarê axa min
Xayînê li mala min
Çi bêjime te têr nake gotina “dijmin”
Sal 2014 li bajarê derwêşan
Xilas kirin milet ji fermanan
Ey rûreşo terk bike bajêran
Ger zeriyan biavêjî
Tu xilas nabî bi ayet û nimêjan
Wê bo te bibe şeva hezar dojehan.
We hawar kir allahu ekber deng bilind e
Lê hatin şervan û hol hola tawsi melek e
Keziya Rojava keziya Şengal e
Gava rojperestim ferq namîne
Xwedan wîjdan im ez, ey mirovno
Ji ber hat karwanê şengalê û yê wan çu.
Hûnandin zerî ew kezî
Rakirin çek ji şîrî heta pîrî
Û vaye hatin rêhevalên Zekî û Zerdeşt
Em ê vê care li we bikin heyva heşt
We hewar kir allahu ekber deng bilind e
Lê hatin şervan û hol hola tawsi melek e
Hol hola tawsi melek e.


