REQA – Gelê Reqa îro meşekî girseyî lidarxist ji bo nîşandanê piştgiriyê xwe ji Hêzen Sûriya Demokratîk (HSD) re û rolê wan di parastina herêmê û mîsogerkirina ewlehiyê wê de.
Meş ji Qada Jinê ya li navenda bajarê dest pê kir. Şêx û rûspiyên eşîran, nûnerên desteyên civakî û leşkerî, encûman, rêxistinên ciwan û jinan beşdarî meşê bûn.
Bi şiyar û sloganên “Bijî berxwedana QSD” û “Em hemû QSD ne” desteka xwe ji hêzên HSD nîşan dan. Her wiha, pankartên bi nivîsên “Em piştgirîya QSD dikin, em hemû QSD ne, QSD rûmetê me ye”, “QSD ewlehiya welatê diparêze” û “Em hemû Dêr Hafar in” hildan.
Meş li çarxereya Naîmê bi dawî bû. Li wir deqayekî rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan hat girtin.
Şêxê eşîran, Zohêr El-Ebdullah, daxuyaniyekî xwend ku êrîşên hikumeta Şamê li ser Dêr Hafar yên ku 7 mirov şehîd bûn şermezar kir. Şêx Zohêr got ku hikûmeta Baas berpirsyar bû ji parçebûna Sûriyan û ji qirkirin û zordestiyên mezin, û diyar kir ku hêman rêbaz bi desthilata heyî ya Şamê tê domandin.
Piştî wê, Zehra Şelaş li ser navê rêxistinên jinan ên Reqa daxuyaniyekî xwend. Di daxuyanî de piştgiriyê ji QSD û şervanên xwe yên fedayî diyar kir. Her wiha, diyar kir ku hevkariya Colanî bi dewleta Tirk re îxanetekî li beramberî gelê Sûriyê ye.
Di dawiya axaftina xwe de, Zehra Şelaş jî êrîşên dewleta dagirkerê Tirk şermezar kir, û ji hikumeta Şamê daxwaz kir ku berpirsyariya xwe bigire û dagirkeriya Tirkî ji axa Sûriyê derxe. Diyar kir jî ku jinên Reqa dê berxwedana xwe ji bo azadî û rûmet bidomînin.
Berdevka Kombûna Jinan a Zenobiya, Cîhan Mihemed, ku beşdarî meşê bû, diyar kir ku bi hezaran şehîdan û bi saya Hêzên Sûriya Demokratîk gelê Reqa ji neheqî û zordariyê xilas bû. Her wiha, wiha got: “Em ê piştgiriyê bidin QSD, û me tu gavên erênî ji welatên biyanî, û heta ji hikûmeta Şamê jî nedîtiye. Niha, em li peravê Sûriyê û li Siwêdayê binpêkirinan dibînin, û ev yek teşwîqek e ji bo piştgiriya QSD, ku Reqa rizgar kir. Em nûnertiya QSD dikin, û QSD jî nûnertiya me dike. Gelê Ereb û Kurd piştgiriyê didin QSD, ji ber ku ew tekane hêz e ku rûmeta me û zarokên me parastiye.
Alaa El-Salih, endama komîteya perwerde ya Kombûna Jinan a Zenobia wiha got: “Îro, li Reqayê, em, jin û mêr, derketine û diqîrin, “Em hemû QSD ne. Em hemû QSD ne, bi dil û can.” Ji ber ku QSD Reqayê rizgar kiriye, û em ji ber wê azad in ku hilbijêrin kî me temsîl dike. Îro, QSD me temsîl dike, û em QSD temsîl dikin.”
Cemîla Xelîl, endama Meclîsa Malbatên Şehîdan jî wiha got: “Îro, em, gelê Ereb û Kurd, meşekê ji bo piştgiriya hêzên QSD’ê li dar dixin, ji ber ku QSD rûmeta me û zarokên me parastiye. Em hêza QSD’ê ne, û em QSD’ê dixwazin.
Omer Mixtar, ku beşdarî meşê bû, diyar kir ku hedefa çalakiyê peyam dayîna ji cîhanê re ku gelê Reqa bi QSD re ye. Her wiha, wiha got: “Armanca kombûna me ew e ku her kes bizanibe ku QSD ne bi tenê ye, QSD ji îradeya gel hatiyê ava kirin. Hêza QSD gel bi xwe ye, ji ber kû deh salan li vê xakê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê, ne tenê rengek e, ji gelek pêkhateyan pêk tê, wek Ereb, Ermen û Çerkez. Ev mînaka biratiya gelan e. Mînaka herî mezin jî li Bendava Tişrînê hat nîşandan. Hêza QSD girêdayî gel e, hêza me bi îradeya gel hatiye avakirin, hêza me li hemberî qirkirinê û tûnebûn, nîjadperestî, dewletên desthilatdar tekoşîn kir. Em îro kombûn ji ber ku gelê Bakûr û Rojhilatê Sûrîê wekî bira bi hevre jiyan dikin, kurd, Ereb, Ermen, hêza QSD me hemûyan temsîl dike.



