Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

HPG-NRÇ gerîlayên şehîd bi bîr anî

Edîtor: Nucan Serdoz
23/09/2025 - 10:07
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 8 mins read
A A
HPG-NRÇ gerîlayên şehîd bi bîr anî
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- HPG-NRÇ’ê gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Bi israra xwe ya li ser xeta fedaîtiyê ya Apoyî, dixwazî û îradeya xwe ya xurt bûn milîtanên mînak.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) bi vî rengî ye:

“Milîtanên qewîn ên têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd hevrêyên me Rêzan, Mervan, Amed, Kûrtay, Dijwar û Simko li Herêmên Parastinê yên Medyayê di demên cuda de di êrîşên dijmin de şehîd bûn.

Hevrêyên me Rêzan, Mervan, Amed, Kûrtay, Dijwar û Simko ku dilê wan ji bo paşerojeke azad lê da û di vê oxirê de her cûre berdêl dan ber çavên xwe, şopên welê li dîroka me ya têkoşînê dan ku jê naçin. Bi israra xwe ya li ser xeta fedaîtiyê ya Apoyî, dixwazî û îradeya xwe ya xurt bûn milîtanên mînak. Li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê di berxwedana li dijî êrîşên dagirkerî û qirkeriyê de li eniyên herî pêş cih girtin û rûmeta gelê me parastin. Hevrêyên me Rêzan, Mervan, Amed, Kûrtay, Dijwar û Simko bi şehadeta xwe hinceteke têkoşînê ya nû ji hevrêyên xwe û gelê me re hiştin.

Weke hevrêyên wan di serî de ji malbatên hêja yên hevrê Rêzan, Mervan, Amed, Kûrtay, Dijwar û Simko ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku têkoşîna ji me re hiştine em ê bi berpirsyariya ku hêjayî wan bin teqez bigihînin serketinê.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Rêzan Gayîsî
Nav paşnav: Rustem Mûstafazade
Cihê jidaykbûnê: Mahabad
Dayik-Bav: Amîne-Mûstafazade
Dem û cihê şehadetê: 28’ê Hezîrana 2017 / Zap
Nasnav: Mervan Reşo
Nav paşnav: Ferhat Oztan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Asya-Celal
Dem û cihê şehadetê: 28’ê Hezîrana 2017 / Zap
Nasnav: Amed Pîr
Nav paşnav: Mûrat Dara
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Besna-Hidir
Ddem û cihê şehadetê: 28’ê Hezîrana 2017 / Zap
Nasnav: Kurtay Giravî
Nav paşnav: Agît Ertaş
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Fatma-Munîr
Dem û cihê şehadetê: 1’ê Tîrmeha 2017 / Metîna
Nasnav: Dijwar Berxwedan
Nav paşnav: Adem Kûrtay
Cihê jidayikbûnê: Antalya
Dayik-Bav: Elmas-Hacî
Dem û cihê şehadetê: 21’ê Cotmeha 2017 / Zap
Nasnav: Simko Arbaba
Nav paşnav: Sîna Seciyî
Cihê jidayikbûnê: Bane
Dayik-Bav: Kejal-Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 3’ê Mijdara 2017 / Zap

RÊZAN GAYÎSÎ

Bajarê me Mahabad bi rola xwe ya pêşengiyê ya di dîroka Kurdistanê de di hişê gelê me de bûye xwedî cihekî girîng û her demê piştgiriyeke xurt daye têkoşîna paşeroja azad a gelê me. Agirê berxwedan û serxwebûnê ku Qazî Mûhammed û hevrêyên wî 22’ê Çileya 1945’an li Qada Çarçira vêxistin, di hişê gelê me de timî teze ma. Piştî Komara Kurdistanê ya Mahabadê ku di encama êrîşên înkar û îmhayê yên dewletên mêtinger ên ku îrade û nasnameya Kurdan tine dihesibînin hate hilweşandin, dema bêhêvîtiyê ya dirêj dewam kir, bi pêşengiya Rêber Apo bi partiya me PKK’ê re bi dawî bû û hêviya ji bo jiyana azad jinûve şîn bû. Xelkê me yê Rojhilat ê welatparêz bi serhildanan û bi girseyî têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê silav kir.

Hevrêyê me Rêzan ku li Mahabadê ji dayik bû û bi kevneşopiya berxwedanê mezin bû, li nava malbat û derdoreke welê mezin bû ku çanda welatparêziyê lê serwer bû. Weke her Kurdekî ku dixwaze bi ziman, rûmet, çand û dîroka xwe bijî, hevrêyê me jî siyaseta îmhayê ya êrîşkar a sîstemê zû dît, her wiha bi wê rastiyê hesiya ku divê gelê me jî weke hemû gelan bi rengekî azad bijî û ji bo vê têkoşiya. Hevrêyê me li nava malbateke ji zehmetiyên madî mezin bû, di temenekî zû de dest bi kar kir, hewl da ji malbata xwe re bibe alîkar û kedkarî bû taybetmendiya herî şênber a kesayetiya wî. Di dema komploya navneteweyî de ku di şexsê Rêber Apo de hate xwestin, hêviyên azadiyê yên gelê me bê tinekirin, hevrêyê me Rêzan partiya me PKK û Rêber Apo ji nêz ve nas kir û her ku PKK nas kir bêhtir fêhm kir ku têkoşîna gerîla yekane rêya rizgariyê û azadiyê ya gelê me ye. Hevrêyê me Rêzan bi ryar da ku bibe milîtanê têkoşîna bêmînak a Rêberê me ûs ala 2006’an tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.

Hevrêyê me Rêzan li herêma Qendîlê tevlî perwerdeya xwe ya destpêkê bû, weke gerîlayekî pispor dest bi pratîkê kir û piştî ku demekê li vê qadê xebitî derbasî herêma Xakurkê bû. Bi kesayetiya xwe ya jîr û kedkar bi daxwazeke mezin dest bi wezîfeyên şoreşê kir û serxistina van wezîfeyan ji xwe re kir armanca esasî. Hevrêyê me Rêzan bû yek ji hevrêyên me yên pêşeng ku zû bû milîtan. Hevrêyê me timî xwe bi pêş dixist, li gel pratîka zehmet jî bû xwedî tecrûbeyeke mezin û tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir. Hevrêyê me Rêzan li ser rastiya PKK û şehîdan timî kûr dibû, bi qasî qada leşkerî li qada îdeolojîk jî timî dixwest xwe bi pêş bixîne û bû milîtanekî welê ku her tim ji her wezîfeyê re amade bû. Hevrêyê me li ser taktîkên gerîla yên dema nû xwe kûr kir, di demeke kurt de bû gerîlayekî pispor, weke fermandarekî bi taybetmendiyên milîtaniyê pêşengî kir. Piştî pratîka serketî ya gerîla ya li Qendîl û Xakurkê, derbasî qada Cîlo bû û li Zagrosan têkoşîna xwe dewam kir. Li her qadê di demeke kurt hînî herêmê bû, di nava şer û jiyanê de bû mînak ji hevrêyên xwe re. Herî dawî derbasî herêma Zapê bû û li hemberî artêşa Tirk a mêtinger têkoşîneke bi bandor meşand, li vê qadê wezîfeyên serdemê bi rengekî hêja bi cih anî. Hevrêyê me ku hêrsa xwe ya li hemberî dagirkeran veguherand çalakiyê, bû nûnerekî xurt ê ruhê fedaî û milîtaniya PKK’ê. Hevrêyê me Rêzan ku şopdarê dilsoz ê Rêber Apo û şehîdên me yên pîroz bû, bi rêbaz û fermandariya xwe ya ku bersiv dida pêwîstiyên dema nû, danheviyeke gelekî mezin li pey xwe hişt. Di 28’ê Hezîrana 2017’an de li herêma Zapê şehîd bû. Hevrêyê me Rêzan wê her tim di nava têkoşîna me de bê bîranîn û rêya me ronî bike.

Dewam dike…

 

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Daxuyanî Derbarê Hewldana Êrîşê Li Ser Xala Kontrolê ya Ewlekariya Navxweyî li Helebê

Nivîsa Pêş

Gelê Reqa ji bo pişgiriya QSD meşiya

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Gelê Reqa ji bo pişgiriya QSD meşiya

Gelê Reqa ji bo pişgiriya QSD meşiya

YCWK’ê Şehîd Çiya Rizgar û Şehîd Rohat Rover bi bîr anî

YCWK’ê Şehîd Çiya Rizgar û Şehîd Rohat Rover bi bîr anî

Manşet

  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

Herî zêde hatine xwendin

  • TCŞ li Qamişlo  komungeha nû avakir

    TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Mirina Gumanbar a Du Jinên Ciwan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Encûmena Ciwanan a Bajarê Dêra Zorê merasîmek bîranînê ji bo Şehîd Mihemed Hesen li dar xist

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Humsê cenazeyê ciwanekî hat dîtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şehîd Berçem Kobanê li Hesekê hat bibîranîn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Melankolî, Mirin û Paradîgma Li Şengalê Dahurandinek Zanistî û Dîrokî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.