NAVENDA NÛÇEYAN- Îro li bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê kampanyaya zanista jîngehî bi sernavê “Sifir Qirêj” hate destpêkirin. Kampanya dê 3 rojan dewam bike û bi armanca pêşxistina çanda hişmendiya paqijiya giştî û parastina hawirdorê tê lidarxistin.
Kampanya ji Çerxerêya Sînalko dest pêş kir û heta navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a li taxa Kelasê bi rê ve çû. Dilxwazên ji Gerînendetiya Jîngehê, hevserokên komînan, endamên şaredariyê, Heyva Sor a Kurd û Rêxistina Un Ponte Per (UPP) ya îtalyayî beşdarî kampanyayê bûn.
Di kampaniyê de selikên çopê li welatiyan hatin belavkirin, çalakiyên rêxistinkirin û pêşxistina hişmendiya paqijiyê di nava welatiyan û kêmkirina qirêje hate parvekirin. Di heman demê de ji bo pêşxistina rola saziyan di xebatên paqijiyê de û belavkirina zanista jîngehî di nava civakê de xebat hate meşandin.
Komîteya birêveber destnîşan kir ku ev insyatîf di çarçoveya pirojeya hevbeş a 4 aliyên sereke cihê xwe tê de digrin bi rê ve çûye. Ew alî Mudîriyeta Jîngehê, Şaredariya Gel, Heyva Sor a Kurd û rêxistina UPP’ye. Fînaseya wê jî bi alîkariya bajarê Bolzano û Buroya Têkiliyên Derve û Pêşxistina Dilxwaziyê û Alîkariya Geşkirinê pêk hatiye. Buroya behsa mijarê girêdayî rêveberiya xweser a bajarê Bolzano yê Îtalyayê ye.
Li gorî komîteya amdekar kampaniya bi armanca beşdarkirina civakên herêmî ya çalak di xebatên parastina jîngehê de û peydakirina sîstemeke domdar dikare li bajarên din jî pêk were, hatiye lidarxistin.



