SILÊMANÎ – Şandeya Koordînasyona Ciwanên Rojhilata Navîn li bajarê Silêmaniyê bi armanca lidarxistina kar û çalakiyên hevpar di pêşerojê de ji bo pêşxistina ciwanan bi çend rêxistinên ciwanan re civiya.
Piştî ku şandeyek ya Koordînasyona Ciwanên Rojhilata Navîn serdana bajarê Silêmaniyê kir, rêze hevdîtin bi rêxistin ciwanan ku beşdarî Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn bûbûn, îro li avahiya Rêxistina Azadiya Ciwanan li Silêmaniyê civînek lidar xistin.
Şandeyek ji Koordînasyona Ciwanên Rojhilata Navîn, Rêxistinên Azadiya Ciwanên Kurdistanê, Rêxistina Ciwanên Kurdistanê, Rêxistina Yekîtiya Ciwanên Kurdistanê û Rêxistina Rabûna Xwendevan û Ciwanên Kurdistanê îşev civiyan. Civînê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê pîroz yê şehîdan destpê kir. Piştre li ser pirsgirêk û astengiyên ku ciwanan pê re rûbirû dimînin û rewşa siyasî ya li herêm û cîhanê nîqaş kirin.
Piştre li ser bêbandorbûn û nebûna rola ciwanan di warê siyasî de û koçberiya ciwanan hat nîqaşkirin. Mijareke din ya civînê xebata hevbeş ya ciwanan û biryarên ku ji hêla Konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn ve hatine girtin û avakirina mekanîzmayên guncaw ji bo berdewamiya xebata hevbeş ji bo xizmeta ciwanan û pirsgirêkên netewî bû. Mekanîzmayek ji bo danîna rêziknameya Koordînasyona Ciwanên Rojhilata Navîn û rêbazên rêveberiyê jî hat nîqaşkirin. Her wiha hat destnîşankirin ku divê em hewlên xwe ji bo xizmeta ciwan û neteweya xwe zêde bikin.
Endamê Koordînasyona Ciwanên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Rodî Hesen ji ajasna me Rojnews re axivî û wiha got: “Di civînê de gelek mijar li ser rêya çalakiyên pêşerojê û çawaniya xebata hevbeş li Rojhilata Navîn, li ser bingeha konfederalîzma demokratîk, hatin nîqaşkirin.”
Piştre Cîgirê Sekreterê Rêxistina Azadiya Ciwanên Kurdistanê Hêmin Hemetal got: “Armanca me di vê civîna hevbeş de ewe ku em di pêşerojê de bi hev re bixebitin, da ku em karibin karên çêtir bikin, xizmeta ciwanan bikin, stratejiya pêşerojê ya Neteweya Ciwanên Kurd a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ew be ku yek deng û yek helwest bin. Armanca me ewe ku em kongreyek neteweyî ya ciwanên Kurd li dar bixin û hewl bidin ku di pêşerojê de parlementoyek ciwanan ava bikin û bi pêşengiya ciwanan xizmeta pirsgirêkên neteweyî bikin.”



