AMED -Di pêşengtiya Platforma Saziyên Demokratîk de bi dirûşma “Em ji bo mafê hêviyê yê Rêber APO ber bi azadiyê ve dimeşin” ji ber Zîndana Amedê ya li navçeya Rezan a Amedê heta dawiya Cadeya Emekê ya navçeya Rezanê meşek hate lidarxistin.
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar, parlamenterên DEM Partiyê, hevşaredar, aktîvîstên TJAyê, Dayîkên Aştiyê endam û rêveberên partiyên siyasî, sazî û dezgehên sivîl û bi hezaran kes beşdarî meşê bûn.
Girseya ku li ber Zindana Amedê kom bû dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” berz kir û li ber stranên hatin li dar xistin govend gerand. Di meşa ku ji ber Zindana Amedê dest pê kir de bi kurdî û tirkî pankartên “Ji bo Mafê Hêviyê yê Rêber APO Em ber bi Azadiyê ve dimeşin“ , “Kurd rabûne ji xewa giran ji bo azadiya Ocalan” , “Ji bo aştiyeke mayînde ji Rêbertî re azadî û dowîzên “Azadî hêvî ye, hêvî li Îmraliyê ye” , “Mafê hêviyê mafê jiyanê ye, Nikare teslîm bê girtin” , “Ji bo çanda Kurdî azadî” , “Ji bo nasnameya Kurdan statu” , “Aştî dê bi destê jinan were” hatin hilgirtin. Di tevahiya meşê de dirûşmên “Bijî Serok Apo” , “Bê Serok Jiyan Nabe” , “Jin jiyan azadî ji Rêbertî re azadî” hatin berz kirin û gelek alên ku wêneyê Rêber APO li ser hatin hilgirtin. Her wiha jinan aleke mezin ku “Jin jiyan azadî” li ser dinivîsî hilgirtin.


