Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

HPG-NRÇˊê nasnameya şehîd Zenda Bermal aşkera kir

Edîtor: Nucan Serdoz
18/09/2025 - 9:40
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
HPG-NRÇˊê nasnameya şehîd Zenda Bermal aşkera kir
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – HPG-NRÇ’ê Zenda Bermal bi hurmet bi bîr anî ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû û got, “Em ê xwedî li bîranîna hevrêya xwe derkevin ku li çiyayên Kurdistanê xwe ji nû ve afirand.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG-NRÇ) bi vî rengî ye:

“Hevrêya me Zenda 9’ê Sibata 2020’î li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû

Weke hevrêyên wê, em soz didin ku têkoşîna hevrê Zenda ji me re hiştiye, bi têgihiştina ku di şexsê wê de hêjayî hemû şehîdan bibin em ê bigihînin serketinê. Bi van hestan di serî de ji malbata hêja ya hevrêya me Zenda em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Zenda Bermal a şehîd bû, bi vî rengî ne:

Nasnav: Zenda Bermal
Nav paşnav: Zîlan Elodie Şahin
Cihê jidayikbûnê: Fransa
Dayik-Bav: Hamdiye-Yusuf
Dem û cihê şehadetê: 9’ê Sibata 2020 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Hevrêya me Zenda ku bi eslê xwe ji Kerboran a Mêrdînê ye, weke endameke ji malbateke welatparêz a neçar ma koçî Fransayê bike, ji dayik bû. Li gel ku neçar ma dûrî Kurdistanê mezin bibe, bi nirxên xwe yên Kurdîtiyê meizn bû. Hevrêya me hîn bû ku malbata wê ji ber zextên dijmin ji Kurdistanê koç kiriye, ji ber vê yekê jî li hemberî dewleta Tirk bû xwedî hêrseke mezin. Bi hesreta Kurdistanê û hişmendiya welatparêziyê ya kûr mezin bû, bû xwedî wê şensê ku Partiya me zû nas bike. Hevrêya me her tim jiyana modernîteya kapîtalîst dixist ber lêpirsînê, ji Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê gelekî hez dikir û ji bo bersivê ji nakokiyên xwe re bibîne materyalên Partiyê yên peyda dikir, dixwend. Weke ciwaneke Kurd a bi rûmet û welatparêz qebûl nekir ku bêdeng bimîne û xwest, tevkariyê li têkoşîna li Kurdistanê bike, lewma kete nava lêpirsînên kûr. Hevrêya me biryar da ku beşdarî nava karên jin ên ciwan bibe û di demeke kurt de bi jêhatî û çalakbûna xwe karekî serketî kir. Hevrêya me derfet dît ku tevgera me hîn baştir nas bike, ji aliyê rêxistinî ve jî bû xwedî danheviyê. Li gel ku di kar de serketî bû, ti carî xwe têr nedît, her tim a herî baş ji xwe re kir armanc û daxwaza xwe ya têkoşînê mezin kir. Hevrêya me demeke dirêj karên jin ên ciwan meşand û bû heyrana xeta jin a azad. Piştî ku li Parîsê di 9’ê Çileya 2013’an de Sara, Rojbîn û Ronahî bi namerdî hatin qetilkirin, gelekî bi hêrs bûn. Têkiliyên xwe yên bi sîstema kapîtalîst re qut kir û gihîşt biryardariya meşandina têkoşîneke hîn bi bandor. Di demekê de ku êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê zêde bûn, kete nava lêgerîna tevlîbûna li nava refan. Hevrêya me şahidî ji wê yekê re kir ku milîtanên fedaî yên Apoyî li hemberî hemû êrîşan gelê me diparêzin, di vê oxirê de berdêlên giran didin. Lewma dest ji xwendina zanîngehê berda û biryar da ku tevlî nava refên partiya me bibe.

Hevrêya me di sala 2014’an de tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû û berê xwe da warê gerîla. Hevrêya me zanîbû ku yekane cihê karibe bersivê ji lêgerînên xwe re peyda bike çiyayên azad e, lewma xwegihandina çiyayê azad ji bo xwe weke xwebûnê dît. Hevrêya me di demeke kurt de hînî jiyana li çiyê bû û beşdarî nava perwerdeyên bingehîn ên gerîla bû. Bi dilxwaziya xwe ya hînbûnê û tevlîbûna xwe ya bi kelecan bû namzeteke mînak a gerîla. Bi tevlîbûna xwe ya cewherî, jiyana xwe ya sade, dilnizm û kedkar li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirinê. Hevrêya me wateyeke xurt da rêwîtiya xwe ya ji Ewropayê ber bi çiyayên Kurdistanê û têkiliyeke xurt bi Rêber Apo re danî, bi vî rengî perwerdeya xwe bi serketî qedand. Li qadên pratîkî di demeke kurt de bû xwedî tecrûbeyên li ser jiyana gerîla, ji bo ji aliyê îdeolojîk ve xwe kûrtir bike beşdarî nava perwerdeyên akademiyê bû. Hevrêya me dixwest di mijara Îdeolojiya Azadiya Jinê de xwe kûr bike, bibe pêşenga civakên jinên azad û di pêvajoya perwerdeyê de kete nava kûrbûnan. Parêznameyên Rêbertî yên ku dixwend di nava jiyanê de bi hevrêyên xwe re parve dikir, bi vî rengî tevkarî li pêşketina hevrêyên xwe dikir û ji bo felsefeya Apoyî bikeve meriyetê ked da. Piştî ku perwerdeya xwe qedand beşdarî nava karên stratejîk bû, bi xwezayîbûn, durustî û tevlîbûna xwe ya bêteredût a li têkoşîna azadiyê her wezîfe bi rengekî hêja bi cih anî.

Têkoşîna xwe ya ji Parîsê heta çiyayên Kurdistanê her roj mezin kir, bû xweedî têkoşîneke bê navber û bi vî rengî hevrêya me Zenda bû gerîlayeke YJA Star a serketî. Hevrêya me xwe tevlî çiyê, hevrêyên xwe û têkoşîna jinê ya azad kir û pêwîstiyên nasnameya YJA Starê bêkêmasî bi cih anî. Hevrêya me cewhera jinê ya azad û bedewiya wê nas kir. Di 9’ê Sibata 2020’î de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû. Hevrêya me Zenda lêgerîna xwe ya azadiyê ji bo kêliyekê jî nesekinand û li çiyayên Kurdistanê xwe ji nû ve afirand. Em ê xwedî li bîranîna hevrêya xwe derkevin, wezîfeyên ku wê ji me re hiştiye, di şexsê wê de bi hişmendiya hêjabûyîna ji hemû şehîdan re em ê bi cih bînin.”

 

1 Ji 8
- +

1.

2.

3.

4.

5.

6.

7.

8.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Amedê meşa “mafê hêviyê”

Nivîsa Pêş

Civîna 11’an a komîsyona li Meclisê dest pê kir

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Civîna 11’an a komîsyona li Meclisê dest pê kir

Civîna 11’an a komîsyona li Meclisê dest pê kir

Wan, Mersîn û Amed Bûn yek deng

Wan, Mersîn û Amed Bûn yek deng

Manşet

  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan
  • Li Frankfurtê, Bi Pêşengiya Ciwanan Hezaran Kes, Ji Bo Rojava Daketin Kolanan
  • Ciwanan Ji Balafirgeha Cenevreyê Qîriyan: Kobanê Neketiye, û Wê Nekeve

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.