TEBQA- Tîmên Jinên Ciwan ên Reqqa û Efrîn di maçeke dostane de ku hem rihê werzîşê û hem jî peyama dostaniyê bide, rûbirûyê hev bûn. Tîma Reqqa di maçê de, ku li Stadyuma Tenduristiyê ya 6’emîn a Kantona Tebqayê hat lîstin, bi skora 5-3 bi ser ket.
Armanca maça dostane ew bû ku rihê hevgirtin û hevaltiyê di navbera werzîşvanên jin ên ciwan de xurt bike, ne ku pêşbirkek be. Berî maçê, lîstikvanên her du tîman bi hev re antreman kirin. Alîgirên her du tîman di atmosfereke dostane de li stadyûmê de tîmên xwe teşwîq kirin.
Antrenorê tîma Reqqa peyamek dostaniyê da û got, “Ev maç ji bo me ne tenê maçekî hazirtiyê bû ew di heman demê de maçeke dostane bû ku bedewiya xebata bi hev re di werzîşê de nîşan da.”



