Enter your email Address

Cuma, Aralık 12, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Ciwan

Desteya Hundirîn kampanyayeke hişyariya têkildarî xwekuştin û bikaranîna hişbirê ragihand

Edîtor: Nucan Serdoz
11/08/2025 - 22:00
di nav Ciwan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 3 mins read
A A
Desteya Hundirîn kampanyayeke hişyariya têkildarî xwekuştin û bikaranîna hişbirê ragihand
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN- Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê li ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand ku Nivîsgeha Jinan a desteyê bi diruşma “Jiyan layiqî jiyînê ye” kampanyaya hişyariyê da destpêkirin.

Armanc ji vê kampanyayê ew e ku li hember rewşên xwekuştinê û bikaranîna hişbirê bisekinin, piştgirî û hişmendiya derûnî û civakî ji bo jin û jinên ciwan û zarokan bê dayîn. Li kêleka wê jî ev kampanya ji bo rûbirûbûna faktorên ku dibin sedema îzolasyon û depresyonê.

Li gorî organîzatorên kampanyayê, di vê dawiyê de gilîkirin û raporên ji şênî û saziyên civaka xwecih de der barê rewşên xwekuştinê û bikaranîna hişbirê de zêde bûne. Wê jî hişt ku destwerdana were kirin ku hişyariyeke giştî hebe da ku sedemên wan diyardeyan ji binî de werin çareserkirin, ji nû ve bi xwe bawerbûn û hevgirtina civakî çêbe.

Plana vê kampanyayê ya ku mehekê dirêj dike û 10ˊê Tebaxê hatiye destpêkirin ew e ku şopandina rewşên berê, niha û piştî kampanyayê agahî li ser wan hatine dayîn e. Li kêleka wê jî asta têkelbûna bi madeyên hişyariyê yên bi rêya medyayên dîjîtal tên belavkirin û hejmara beşdaran di semîner û civînan de werin şopandin.

Di demeke dirêj de, wê hevkarî bi aliyên eleqedar re, ji bo şopandian nîşaneyên bîlançoya girêdayî asta xwekuştinê û bikaranîna hişbirê, were kirin. Armanc jî ew e ku bi datayên berê re hevrûkirinê were çêkirin. Di aliyekî din de jî dê têkildarî encamên kampanyayê, ankêtên raya giştî jî li ser asta guhertina reftaran û asta hişmendiya civakî werin kirin.

Kampanya xwe dispêre hevkariya bi komîn, dibistan û zanîngehan re, da ku misoger bike ku peyama hişyariyê gihaştiye beşeke fireh ji civakê.

Organîzatorên kampanyayê destnîşan kir ku kilîta serkeftinê di şikandina benda bêdengiyê û avakirina zemîneke ewle ya ji bo teşwîqkirina diyalogê û xwestina alîkariyê ye.

Di dawiya daxuyaniyê de banga beşdariya aktîf a li kampanyayê hat kirin; çi bi rêya amadebûnan an jî bi rêya têkelbûna bi naveroka hişyariyê yan jî alîkariya belavkirina peyaman de û hat gotin: “Em bawer in ku jiyan layiqî jiyînê ye û divê tu kes bi tena xwe rûbirûyî pirsgirêkên xwe nebe.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

4 Ciwan di çemê Firatê de xeniqîn

Nivîsa Pêş

Tîmên Jinên Ciwan ên Reqqa û Efrîn di Maçeke Dostane de Hatin Cem Hev

Nucan Serdoz

Nivîsa Pêş
Tîmên Jinên Ciwan ên Reqqa û Efrîn di Maçeke Dostane de Hatin Cem Hev

Tîmên Jinên Ciwan ên Reqqa û Efrîn di Maçeke Dostane de Hatin Cem Hev

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Halebê Civîna Xwe ya Şeş Mehî Lidarxist

Yekîtiya Jinên Ciwan ên Halebê Civîna Xwe ya Şeş Mehî Lidarxist

Manşet

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo bi xwendekaran derbare Rêber Apo nîqaş dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî Kongreya Ciwana Dest Pê Kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Çalakiyên Li Dijî Madeyên Hişbîr

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Siwêdayê Ciwanek Hat Kuştin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çalakiyên Dewriya Dibistanê Di Roja Xwe Ya Heştemîn De Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Parlamentoyê Erîşên Cinsî Yên Li Dijî Stajyerên Xwendekaran Hatin Protestokirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.