MEXMÛR- Li Wargeha Mexmûrê Şehîd Sara Hogir Riha û Şehîd Bîşeng Birûsk ku di encam êrişên dewleta Tirk de şehîd bibûn, di duyemîn salvegera yekemîn a şahadeta xwe de hatin bîranîn.
Li Wargeha Mexmûrê Şehîd Sara Hogir Riha û Şehîd Bîşeng Birûsk ku di encam êrişên dewleta Tirk de şehîd bûbûn, di yekemîn salvegera duyemîn a şahadeta xwe de hatin bîranîn. Her wiha şehîd Bêrîtan Harûn, Şehîd Hesen Viyan, Hogir Botan û Vejîn Jiyan ku ew jî endamên Komelên Ciwan bûn û di dem û dîrokên cûda de şehîd bûne jî hatin bîranîn.
Merasîma bîranînê li Saziya Ciwanan a Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin di kesa her şeş pêşengan de ji bo tevahî cangoriyên Kurdistanê hat destpêkirin. Piştî rêzgitinê sînevîzyona ku li ser têkoşîna her şeş pêşengan hatibû amadekirin hat nîşandan. Her wiha piştî sînevîzyonê Endama Meclisa Ciwanan Kajîn Guzereşî li ser têkoşîna her şeş pêşengan axaftinek kir.
Kajîn Gûzireşî di destpêka axaftinên xwe de, di kesayeta Şehîd Sara Hogir Riha, Şehîd Bîşeng Birûsk, Şehîd Bêrîtan Harûn, Şehîd Hesen Viyan, Hogir Boyan û Vejîn Jiyan hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr anî û got: “Her şeş hevalên me jî li her çar aliyên Kurdistanê xebat dane meşandin. Di serê her ciwanekî Kurd de axaftinek ya van hevalan maye û li her çar aliyên Kurdistanê ev rêxistinbûyîna me bi wê tê kirin. Ev pêvajoya ku niha hatî destpêkirn, bi saya şehîdên me pêkhatiye. Em bi saya Sarayan, Hesenan gihiştine vê astê û emê bi saya wan jî taca azadiyê bidest bixin.”
Piştî axaftinê merasîm bi dirûşmeyên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bijî Serok Apo’ bidawî bû.


