NAVENDA NÛÇEYAN – Parlementerê DEM Partiyê Omer Ocalan ê li Îmraliyê hevdîtin bi Rêber APO re kir ragihand ku Rêber APO gotiye: “Tevlîbûna hemû beşan a ji bo pêvajoyê pêwîstiyeke nebe nabe ye.”
Rêber APO yê li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê dîl tê ragirtin, di çarçoveya hevdîtina bi malbatê re bi wasiyê xwe Mazlûm Dînç û biraziyê xwe Parlementerê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Omer Ocalan re hevdîtin kir.
Her wiha Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Ergîn Atabey û Zekî Bayhan jî bi malbatên xwe re hevdîtin kirin.
Omer Ocalan li ser hesabê xwe yê ‘X’ê ev peyam da: “Em îro weke malbat bi Birêz Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Îmraliyê civiyan. Birêz Ocalan hêvî û biryardariya xwe ya derbarê mijara Aştî û Civaka Demokratîk re diparêze û ji bo pêşvebirina pêvajoyê ya bi tendurist got; ‘Tevlîbûna hemû beşan a ji bo pêvajoyê pêwîstiyeke nebe nabe ye’.”



