LIVERPOOL – Ciwanên Kurd bi felsefeya Rêber APO li Liverpoolê Komîna Ciwanan damezrand. Komîna Ciwanan fermî bi navê “Komîna Ciwanên Aştîxwaz” hat ava kirin.
Ciwanan diyar kirin ku bi taybetî di warê pejvajo de ev gaveke girîng e.
Berdevkên Komîna Ciwanan, Nûjîn Amara û Bager Agir, di derbare avakirina Komîna Ciwanan wiha anîn ziman:
‘Gava avakirina komînekê ve demek dirêj hatibû plankirin. Lê bi taybetî di vê demê de, ji bo me girîng bû ku em wê jî bi cîh bînin.
Me komîn li ser bingeha felsefeya Rêber APO ava kir. Li gorî felsefeya Rêber APO, girîng e ku mirov xwe bi awayekî komunal birêxistin bike, ji ber ku bêyî komunalîteyê, jiyana kes jî nabe.
Bi komînê re, em dikarin bi ciwanan re betir di jiyane rojane te ji têkilî daynin û wisa xwe betir bi rêxistin bikin.
Em bang li ciwanan dikin ku cihe xwe di komînan de bigren. Rêxistinkirina ciwanan ji bo azadî gengaze.”


