OSNABRÜCK – Li bajarê Osnabrück ê Almanya endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) bihevra dîmenê dîrokî ya Rêber APO guhdarîn kirin.
Kombûyin bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, beşdaran dîmenê Rêber APO temaşe kirin.
Di Kombûyin de der barê dîmenê dîrokî ya Rêber APO de ev tişt hate gotin:
“Em berxwedana xwe bi felsefeya Rêber APO didomînin. Tevî ku bi salan e hemî hêza xwe bikar tîne jî, dewleta Tirk nikaribu me biqedîne. Em diyar dikin ku hembêzkirina vê pêvajoyê berpirsiyariyek bingehîn a ciwanan e.”
Çalakî bi coş bi dirûşmeyên “Bijî Rêber APO” bi dawî bû.