NAVENDA NÛÇEYAN- Bi dehan kesên ku dixwazin merasîma pêngava dîrokî ya gerîla bişopînin, li Dukanê kombûne û tê payîn ber bi cihê torenê ve birêkevin.
Piştî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, biryare îro komek gerîlayên azadiyê, di çarçoveya Banga Aştî û Civaka Demokratîk de, çekên xwe danin û tine bikin.
Ji bo şopandina merasîma dîrokî, ji seranserê Kurdistan û cîhanê bi dehan kesan berê xwe dane Başûrê Kurdistanê.
Li gorî agahiyan wê gelek nûnerên partiyên siyasî yên ji her çar parçeyên Kurdistan û Tirkiyeyê gelek rojnamevanên herêmî, navxweyî û navneteweyî, rewşenbîr, çavdêr, dayikên aştiyê, malbatên şehîdan û gelek kesên din tevlî merasîma dîrokî bibin.
Li gorî agahiyan di van kêliyan de bi dehan kesên li navçeya Dukan ya ser bi Silêmaniyê kombûne, wê ber bi cihê merasîma dîrokî ve biçin.



