HESEKE – Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Wargeha Penaberan a Talaya ya koçberên ji Serêkaniyê, ji bo silavkirina Rêber Apo û banga wî ya dîrokî, şahiyekî li darxistin.
Di serî de ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat girtin. Piştî wê, li derbarê wateya banga Rêber Apo û pengava Aştiyê û Civaka Demokratîk axaftinekî hat kirin.
Piştre dîmenê yekemîn ê Rêber Apo ji dema ku hat girtin, beriya 26 salan, bi kêfxweşî ji aliyê ciwanan û gel ve hat temaşekirin.
Di dawiyê de govend bi coş hat gerandin.