GIMGIM – “Mihrîcana Jin û Xweza û Çandê” ya li Gimgimê tê lidarxistin, dest pê kir.
Li navçeya Gimgimê ya Mûşê bi dirûşma “Bi jina azad, bi xweza û çandê ber bi civaka demokratîk ve” “Mihrîcana Jin û Xwezayê” hat destpêkirin. Mihrîcan dê du rojan bidome.
Endamên Xeta Jinê reng dan festîvalê. Jinên ciwan ên pankart vekirin timî dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
Mihrîcan, bi meşeke ji bo Kader Kevser Elturk (Ekîn Wan) a di 10’ê Tebaxa 2015’an de li Gimgimê hate qetilkirin û bedena wê hatibû teşhîrkirin û hemû jinên hatine qetilkirin, meş hat lidarxistin.
Wekîla Mûşê Sumeyya Boz di daxuyaniyê de axivî û wiha bal kişand ser teşhîrkirina bedena Ekîn Wanê: “Dema me li wî wêneyî nihêrtî me ne şerm, berxwedan dît. Me ne kesên ew teşhîr kirî, îradeya Ekîn Wanê li dîrokê nivîsand. Ji ber ku em li dijî şerên ser bedena jinê tên kirin, jiyan û azadiyê diparêzin.”