PARÎS – Ciwanên Kurdistanî yên Fransa di bin dirûşmeya “Rêxistin Bike, Rêxistin Bibe!” semînerek
lidarxist. Mijara semînere “Erkên Ciwanan di Pêvajoya Nû de” bu.
Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîd Zîlan û hemû şehîdên Kurdistanê semîner dest pê kir.
Naveroka semînerê wiha bû:
“Rol û Mîsyona Ciwanan”, “Avakirina Modernîteya Demokratîk” û “Rola ciwanan di serdema nû de”.
Piştre, perçeyek ji “Manîfestoya Şaristaniya Demorkatîk” a Rêber APO hate xwendin.
Semîner bi nîqaşê û nirxandin li ser berpirsiyariyên ciwanan di pêvajoya avakirina Modernîteya Demokratîk berdewam kir.
Semîner, ku bi qasî sê saet û nîvan dom kir, bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO”,
“Bê Serok Jiyan Nabe” û “Ciwan fêdayî Rêber APO ne” bi dawî bû.