MARSÎLYA – Di çarçoveya Roja Rêbertiya Cîhanê de di 30ê Hezîranê de, li Marsîlyaya Fransayê, bi beşdariya ciwanên Kurd û rêxistinên enternasyonalîst, xwepêşandanek girseyî hate lidarxistin. Çalakî ji aliyê Ciwanên Kurdistanî yên Fransayê (Ciwanên Kurdistanê li Fransayê) û Collectif Internationaliste Marseille Kurdistan (CIMK) ve hate organîzekirin. Nûnerên partiyên çepgir La France Insoumise (LFI) û Jineoloji Provence jî piştgirî dan xwepêşandanê.
Ciwanên ku pankartên gotinên Rêber APO li ser nivîsîbûn hilgirtin, danezanên Fransî ya ji bo nasandina paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê ya Rêber APO belavî gel kirin.
Di daxuyaniya li ser navê ciwanan de pêwîstiya ji nû ve rêxistinbûnê ya li ser vê paradîgmayê bi van gotinan hate destnîşankirin: “Ji bo ku bibin xwendevan û hevrêyek layiqê Rêber APO, xwe li mal, dibîstan, li cihê kar û li her qadê ku em lê ne xwe birêxistin bikin.”