HESEKE – Înîsiyatîfa Gel a bajarê Hesekê, bi dirûşmeya ‘Her tişt ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO’ de meşeke girseyî li dar xist. Endam û rêveberên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, tevgera Jin û ciwanan û gelek kes tev li meşê bûn.
Beriya meş dest pê bike, endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajar bi erebeyan geriyan ji bo banga tevlîbûna gel bikin.
Meşa ku ji çerxerêya Merşo dest pê kir, heya çerxerêya Azadiyê ya bajarê Hesekê dom kir. Di meşê de wêneyên Rêber Apo hatin bilindkirin û gelek caran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” û “Bi Can, Bi Xwîn, Em Bi Te re ne Ey Serok” hatin berzkirin.
Piştî ku girseya meşê gihişt çerxerêya Azadiyê, meş guherî mîtîngê û li wir berdevka Kongra Star a bajarê Hesekê Mehed Silêman axivî.
Mehed Silêman anî ziman ku ew bi rêhê şoreşgerî silavên xwe ji bajarê Hesekê heya bi girava Îmraliyê dişînin û diyar kir ku bi hêza jin û dayîkan wê heya dawî ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo tê bikoşin.
Mehed Silêman di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser banga dîrokî ya 27’ê Sibatê (2025) ya Rêber Apo û destnîşan kir ku ew bang ji bo aştiya hemû cîhanê ye.
Mehed Silêman di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser gav neavêtina dewleta Tirk û got: “Êdî bes e ji tecrîdê re. Em ê heya dawiyê li dijî tecrîdê tê bikoşin.”