HELEB – Îro li bajarê Helebê Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratî (PYD) bi alîkariya Meclisa Werzîşê ya taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Lîstokgeha Berxwedan ya gogê lîngan kirin vekirin.
Di serî de ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê deqayekî rêzgirtin hat girtin. Li ser navê Ciwanên PYD Xelîl Mihemed axivî û got: “Armanca me weke ciwan rêxistinkirina ciwana ye û kombûna ciwanan ye. Bi defetên heyî me lîstokgeh çêkir û di demên pêşde emê vê lîstokgeh zêdetir bi pêş bixînin. Hedefa me weke ciwan ew e ku bi rêya sporê ciwanan kom bikin û rêxistin bikin.
Piştî wê lîstokgeh bi lîstokekê di navbera tîma Berxwedan ya Ciwanên PYD û tîma Tevgera Ciwanên Şoreşger hat vekirin.