Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Gelo bi tecrîdê dixwazin çi bikin?

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
12/12/2021 - 0:06
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 4 mins read
A A
Gelo bi tecrîdê dixwazin çi bikin?
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN –
Rûstem Başûr
Pergala Îmraliyê, pergalekî wisa ye ku mirov nikare bi hesanî di bin şertên wê li ber xwe bide û jiyana xwe bidomîne. Lê Rêber APO wisa kiriye ku navenda Îmraliyê bibe, navenda zanistî û felsefeya jiyana azad.

Bêguman ger mirov li gera dîrokê binêre ji destpêka şaristaniyê heyanî şaristaniya kapîtalîst, di serdema hişmendiya destlhilatdariyê de komplo wekî amûrekî bi pêşdebirina desthilatiya xwe hatiya bikaranîn. Cara yekem komplo ji hêla kesên serdest ên modernîta kapîtalîzm bi rêve dibin, hatiya dîtin ku ji bo bi awayekî baş bikaribin pergala xwe bixin di bin misogeriyê de. Tevî ku di dîrokê de gelek caran em rast tên, mirovên ku li hemberî vê pergalê serê xwe hildane, yan jî ji bo azadî û wekheviyê li ber xwe didin bi rêya komplo hatine girtin û bêdengkirin. Bi heman wextî rê li ber lêgerîna azadiyê jî girtine. Armanca kesên serdest, mêtînger ew e ku civakan ji nirxên wê yên kevneşop biyanî bikin û xwe li ser hafizeya gelan bi vî rêbazî dagir bikin.

Di dîroka mirovahiyê de gelê ku zêde li beramberî komployan rû bi rû hatiya hiştin gelê kurd e. Di van demê ku komplo li dijî kurdan çêdibûn, her demê kurdan bedelên giran di oxira hebûna xwe de daye ku bi rûmet bijîn.

Vê carê jî dîrokê xwe bi heman rengî dubare kir ku li hemberî Rêber APO pêk anîn. Ji ber ku Rêber APO di pêkanîna nasnameya civakekî exlaqî de girêdayî nirxên azadî, wekhevî, edalet û komînal e, ango Rêber APO di civaka kurd de zanistiyekî nû ya azadiyê daye qezenckirin. Li ser vî bingehî jî di bin pêşengtiya Rêbertiyê de Tevgera Azadiyê, tunebûna gelê kurd a ku ber bi qirkirinê ve diçû hat sekinandin û gelê kurd li Rojhilata Navîn û ji bo tevahî gelên azadîxwaz pêşengtiya têkoşînê kir.

Bêguman ev bû 23 sal in ku Rêber APO li beramberî sîstema kapîtalîzmê tekoşînekî bêhempa dide meşandin. A rast têkoşîneke bêtirî 50 salî li dijî vê pergala kapîtalîzmê dide. Lewma hem hêzên serdest û hem jî dagirkeriya tirk, dewleta tirk rê nade bi Rêber Apo re hevdîtin pêk were. Ji ber ku dizanin ger hevdîtin çêbibe, bandora Rêber Apo wê li Rojhilata Navîn û giştî Kurdistanê ji bo çareseriya netewa demokratîk hîn bi leztir bibe bersiv. Ji ber vê yekê ye fikirên Serokatî li pêşiya berjewendiyên xwe asteg dibînin ku nahêlin hevdîtin pêk were. Rêber APO dabû diyarkirin: “dewlet rê nade yek gotinên min derkeve dervî giravê.” Yanî meriv dikare texmîn bike ku şerê herî dijwar li Girava Îmraliyê tê meşandin.

Hemû armanca dewleta tirk ku di navê de hêzên kapîtalîst ew e fikirên Rêber APO çarmîx bikin û ramanên wî tune bikin. Lê rastiyekî domdar e ku Rêber APO hizirên xwe gihandiya astekî jor ku modernîteya kapîtalîst xistiye nava çembera xwe.

Ev komploya ku bi destên hêzên navneteweyî ve pêk hat, bi awayekî rast dişibe efsaneya Prametuosê. Çawa ku Prametous ji bo azadiya mirovahiyê, ji xwedayan agir dizî û cigera wî bi qertalan dane xwarin, îro jî li Girava Îmraliyê heman tiştî pêk tînin û wekî bûyerekî rewa ku her car diqewime dihesibînin.

Di vê dema derbas bûyî de planên dewleta tirk ku li ser Rêber APO dide pêkanîn, pêwîst e her kes helwesta xwe ya dîrokî li hemberî van planan bînin cî ku wan êrîşan li ser xwe bihesibîn.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Doza Partiyê Bûyerek Mezin e, Partîbûyîn Hêza Herî Mezin e!

Nivîsa Pêş

Ajanên MÎT’ê ên ku li Rojava hatin girtin – Heneka ji 100 dolarî ve ajantî kiriye!

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Ajanên MÎT’ê ên ku li Rojava hatin girtin – Heneka ji 100 dolarî ve ajantî kiriye!

Ajanên MÎT'ê ên ku li Rojava hatin girtin - Heneka ji 100 dolarî ve ajantî kiriye!

Fermandarê QSD’ê Dewleta Tirk hişyar kir: Dê

Fermandarê QSD'ê Dewleta Tirk hişyar kir: Dê

Manşet

  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan
  • Li Frankfurtê, Bi Pêşengiya Ciwanan Hezaran Kes, Ji Bo Rojava Daketin Kolanan
  • Ciwanan Ji Balafirgeha Cenevreyê Qîriyan: Kobanê Neketiye, û Wê Nekeve

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • QSDˊê Nasnameyên 10 Şervanên Şehîd Aşkera Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger Şehîd Karker û Şehîd Brûsk Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.