Enter your email Address

Cuma, Aralık 5, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Giştî

Ajanên MÎT’ê ên ku li Rojava hatin girtin – Heneka ji 100 dolarî ve ajantî kiriye!

MÎT, bi sîxurên ku di nava saziyên ser bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hewl dide li herêmê kaosê çêbike.

Edîtor: Serhildan Zeynep Garzan
12/12/2021 - 10:00
di nav Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 7 mins read
A A
Ajanên MÎT’ê ên ku li Rojava hatin girtin – Heneka ji 100 dolarî ve ajantî kiriye!
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – Saziya Îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) ku ji bo bikaranîna rêbazên şerê taybet li dijî gelên berxwedêr bi taybetî jî li dijî gelê Kurd ava bûye, li qada Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ‘gelekî kar’ dike.

Îstîxbarata Tirk, ciwanên li herêmê bi rêya narkotîk, fûhûş, pere û hwd. dixe xefika xwe û dike sîxur.

MÎT, bi sîxurên ku di nava saziyên ser bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn, hewl dide li herêmê kaosê çêbike. Her wiha sûîqestan li dijî rayedarên leşkerî, dîplomatîk û siyasî yên li herêmê dike. Li gorî agahiyan, ji bo karên MÎT’ê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bimeşîne li Bakurê Kurdistanê ji Şirnexê heta Dîlokê navendeke koordînasyonê ya taybet hatiye avakirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî derbeyan li ser hev li tevna MÎT’ê ya li Rojava dike. Di nava sala 2021’ê de bi dehan sîxurên MÎT’ê di encama operasyonên serketî de hatin girtin.

ANF’ê mikurhatinên berpirsyarê herêmê yê MÎT’ê Ramî Samî Abdal û sîxurên MÎT’ê Davû Baas Al Wadî, Hasan Alî Yûnûs, Huseyîn Alî Yûnûs û Leys Enes Al Medfe bi dest xist, ku van kesan dema li Dirbêsiyê û Reqayê sîxurî dikirin hatin girtin.

BERPIRSYARÊ MÎT’Ê YÊ HERÊMÊ: RAMÎ SAMÎ ABDAL

Ramî Samî Abdal ji bajarê Serêkaniyê yê Rojava ye. Beriya dagirkeriyê li Serêkaniyê karê taksîvaniyê dikir û hingî li nava saziyên QSD’ê dest bi kar kir. Ramî 5 mehan leşkerî kir û piştî êrişên dagirkeriyê yên li ser Serêkaniyê tevî malbata xwe koçî Hesekê kir. Demekê li dibistana bi navê Twenê ya Hesekê ma ku koçber lê diman, piştre bar kir Dirbêsiyê û ji nû ve dest bi karê taksîvaniya bi motor kir.

Abdal wezîfeya berpirsyariya herêma Dirbêsiyê ya MÎT’ê hilda ser xwe û anî ziman ku endamê koma çete ya dewleta Tirk Xalid Bedî Al Sofî yê bi navê li xwe kirî Lûlû û xizmê wî Enes pê re têkilî danîne û jê xwestine ku dîmenê nuqteyên leşkerî yên li herêmê bikişîne. Jê xwestine ku bi berdêla pereyan vê bike.

Ramî Samî Abdal têkildarî dema ku sîxurî dikir wiha mikur hat: “Min dîmenê hin deveran kişand û ji Enes re şand, jê re got ku ev dever nuqteyên leşkerî ne. Di berdêla vê de jî 150 hezar lîreyê Sûriyeyê (derdora 50 dolar) şandin.

Enes piştî demekê wêneyek ji min re şand. Wêneyê endamekî QSD’ê yê bi navê Abdo bû. Ji min xwest ku wî bikujim. Piştî Enes Abdûrrahman Celûd Al Xelef Al Enkaş ê bi navê li xwe kirî Ebû Celûd bi min re têkilî danî. Ew jî ji Serêkaniyê bû. Ebû Celûd ji min xwest ku têkiliyê bi Hamûde Hamza re bikevim nava têkiliyê. Piştî ku bi Hamûde re axivîm, dîmenê wesayitê ya ku min kişand bi gotina ‘dîmenê wesayita rayedarekî leşkerî ye’ min jê re şand. Hamûde ji min re got ku ji bo êrişa li ser wê wesayitê wê mayinê bişîne û piştî êrişê 15 hezar dolar pere bişîne.

Piştre jî bi biraziyê wî Îsmaîl Îbrahîm re axivîm ku ji bo îstîxbarata Tirk dixebitî. Min ji wî re jî dîmenên saziyên li herêmê şand. Di berdêlê de jî 300 hezar Lîreyê Sûriyeyê (nêzî 100 dolar) wergirt.”

Ramî Samî Abdal qalê kir bê çawa bû sîxur, “Davûd ê ji Dirbêsiyê jî bi min re bû. Me bi hev re hebê narkotîkê bi kar dianî. Davûd mîna min ji bo karibe narkotîkê werbigire bi wan re dest bi kar kir. Endamên OSO yên li Serêkaniyê ji ber ku zanîbûn ez narkotîkê bi kar tînim, bi xefika narkotîkê serê min tevlî hev kirin û ez kirin sîxur.”

BERPIRSYARÊ MÎT’Ê YÊ DIRBESIYÊ: DAVÛD BAAS AL WADÎ

Dawûd Baas Al Wadî ji gundê Dirbêsiyê yê Rojava ye. Davûd dibêje ku bi rêya berpirsyarê Dirbêsiyê yê MÎT’ê Ramî Samî Abdal bûye sîxurê MÎT’ê. Li ser kiryarên xwe jî wiha diaxive: “Bi rêya Ramî min têkilî bi MÎT’ê re danî. Me bi hev re dîmenê saziyên leşkerî yên li herêmê dikişand û ji komên çete re dişand. Ramî di berdêla vê de 150 hezar Lîreyê Sûriyeyê da min. Ji ber ku min sîxurî li dijî gelê xwe kir gelekî poşmanim.”

LEYS ENES AL MEDFE

Leys Enes Al Medfe ji Reqayê ye. Leys Enes ji aliyê îstîxbarata Tirk ve ji bo kaosê li herêma Reqayê çêbike hatiye wezîfedarkirin. 13’ê Mijdara 2021’ê ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hate girtin.

Leys Enes qala têkilî û kiryarên xwe kir: “Di bernameya Messengerê de komek sohbetê ava kirin. Sîxurê bi navê Huseyîn Alî Yûnûs tevlî vê komê kirin. Ev kes bi me re eleqedar bû. Ji min xwestin ku ji bo propaganda OSO bike broşurê amade bikim.

Her wiha xwestin ku dîmenên hin deverên nava bajêr bikişînim. Destpêkê me broşur amade kir û çavdêrî li bandora wê ya li nava civakê kir. Piştî ku broşur amade kir em bi kesê bi navê Umran Halef Al Casim ketin nava têkiliyê. Umran niha li Tirkiyeyê ye. Piştî axaftinê Huseyîn bi wesayiteke spî ya bi marka Mazda hate gel min. Piştî rojekê ji Xaçerêya Saetê heta Xaçerêya Naîm me dîmenê herêma Reqayê kişand. Umran jî ev dîmen û broşur li malpera xwe ya Facebookê ya bi navê ‘Ukhuat Al Saarut’ bi cih kir.

HUSEYÎN ALÎ YÛNÛS

Huseyîn Alî Yûnûs ji Reqayê ye. Tevî birayê xwe Hasan Alî Yûnûs ji bo îstîxbarata Tirk dixebite. Dibêje ku beriya 5 salan dema ku li karê tamîrê yê wesayitan dixebitî, sîxurê bi navê Umran Halef Al Casim ê ku endamên MÎT’ê yên li Reqayê bi rê ve dibe nas kiriye. Diyar dike ku Umran Halef piştî ku reviya herêmên Sûriyeyê yên ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin reviya ye Tirkiyeyê.

Huseyîn Alî Yûnûs li vê yekê mikur tê: “Ez jî tevlî koma sohbetê ya Messengerê kirin. Di nava komê de Umran û Leys Enes jî hebûn. Ji me herduyan xwestin ku em broşurên ji bo piştgiriya OSO amade bikin. Umran Casim broşur li ser hesabên medya dîjîtal a OSO de parve dikir. Destpêkê ji me re gotin ku vî karî bikin, piştre jî digotin hûn ê karên cuda bikin.”

HASAN ALÎ YÛNÛS

Hasan Alî Yûnûs jî ji Reqayê ye. Tevî birayê xwe Huseyîn Alî Yûnûs ji MÎT’ê re dixebite. Hasan Alî Yûnûs dibêje, “Beriya salekê min Umran Halef Al Casim nas kir. Timî dihate mala me. Rojekê dema hat malê telefona min xwest û wêneyê broşurê îstîxbarata Tirk a ji bo Reqayê amade kirî kişand. Umran qerteke qeydkirinê dabû min. Di hundirê qertê de dîmenên komên weke DAÎŞ û OSO hebû. Piştre ji min re got, ‘Dema ku biçim Tirkiyeyê van dîmenan ji min re bişîne’. Piştî ku çû Tirkiyeyê bi rêya Whatsappê min dîmen jê re şand.”

Hasan anî ziman ku ji ber sîxurî ji MÎT’ê re kir ‘poşman’ e û got, “Piştî ku hatim girtin gelekî poşman bûm. Min dît ku sîxurî tenê zerarê dide herêmê. Aramiya herêmê xera dike. Dewleta Tirk bi xapandina ciwanên li herêmê dixwaze li herêmê krîzê çêbike.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Gelo bi tecrîdê dixwazin çi bikin?

Nivîsa Pêş

Fermandarê QSD’ê Dewleta Tirk hişyar kir: Dê

Serhildan Zeynep Garzan

Nivîsa Pêş
Fermandarê QSD’ê Dewleta Tirk hişyar kir: Dê

Fermandarê QSD'ê Dewleta Tirk hişyar kir: Dê

Jinên Siwîsreyê li dijî komkujiyan têkoşîna xwe bilind kirin

Jinên Siwîsreyê li dijî komkujiyan têkoşîna xwe bilind kirin

Manşet

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Civina Xwe bi Daxuyaniya Dawî Xilas Kirin
  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk damezrandina xwe ragihand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Vegera xelkê Mexmûrê divê kolektîf, siyasî û hiqûqî be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Dirbêsiyê şevbuhêrka têkildarî nasnameya Ermenî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • TCŞ li Qamişlo komungeha nû avakir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sêyemîn Festîvala Orkêş bi şîara “Bi Çanda Komînal Deng û Awazên Gelan Vejîn Dibe” Tê li Darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Rêber Apo: Ji Bo Serkeftina Pêvajoyê Di Nava Hewldanan De Me

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • DEM Partî: Divê Hemû Girtek Werin Parvekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG’ê 5 gerîlayên ku di sala 2018’an de şehîd bûne bibîr anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan li Helebê Meşek Girseyî darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.