Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

Daxuyaniya KCK’ê ya li ser Zînî Wertê: Em ê berpirsyariya xwe bi cih bînin

KCK'ê diyar kir ku bangên hunermend, rojnamevan, KNK, kesayet û saziyên demokratîk ên li Kurdistanê yên li ser Zînî Wertê gelekî hêja ne û destnîşan kir ku wê berpirsyariya dikeve ser milê xwe bi cih bînin.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
27/04/2020 - 14:32
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nûçe
Reading Time: 6 mins read
A A
KCK: “Bi ruhê serhildanê yê Şeladizê li her deverê helwestê nîşan bidin”
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Daxuyaniya Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê wisa ye:

“Piştî ku PDK pêşmerge anî qadeke Qendîlê, di nav raya giştî ya Kurdan de bihistyariyek derket holê. Ji bo ku ev alozî nebe şer, bang hatin kirin. Ev bang û bihistyariya di nav raya giştî ya Kurdan de gelekî bi qîmet e. Li gorî me, ev helwest nîşana şênber a netewebûna demokratîk a gelê Kurd e. Vê helwesta li hemberî aloziyeke di navbera hêzên siyasî yên Kurd, bendewarî û hesreta gelê me ya ji bo yekîtiya neteweyî jî diyar dike.

BANGÊN HUNERMENDÊN KURD GELEKÎ GIRÎNG E

Bi sedan hunermendên Kurd ji bo di navbera hêzên siyasî yên Kurd de şer çênebe û nekevin xefika dijminên Kurdan, bang kiribûn. Ev bang ji bo me gelekî girîng e. Divê em jî guhê xwe bidin bangên hunermend û ronakbîrên gelê xwe yên ku wijdanê civakê ne. Hunermend ji bo gelê me bedewiyan ava dikin. Kesên berdevkiya heq, edalet, wijdan, azadî û demokrasiya gelê me dikin, ji bo gelê me tiştên baş dixwazin. Ji ber bangên wan em spasiyên xwe li wan dikin û diyar dikin ku em ji bo berpirsyariya xwe pêk bînin em ê hesas tevbigerin. Vê qada ku pêşmerge hatine, ji bo me qadeke gelekî girîng e û ji ber vê jî em hewl didin li gorî hesreta gelê Kurd tevbigerin.

BANGÊN KNK’Ê GIRÎNG E

KNK a ku gelek hêzên siyasî di nav de ne, bang li PDK, YNK û PKK’ê kir ku bila vê aloziyê bi aqilselîm çareser bikin û her hêz vegere pozîsyona xwe ya berê. Ev bangeke girîng e. Ji ber ku heta niha bersiveke şênber ji banga KNK’ê re nehate dayin, ji ber berpirsyariya xwe, me xwest em spasiyên xwe eşkere bikin. Em balê dikişînin ser vî tiştî ku, dema haya me ji vê bangê çêbû, me hewl da em li gorî daxwazan tevbigerin. Hewldanên me bi vî awayî didome. Tu nêteke me tuneye ku em li dijî PDK, YNK an jî hêzeke siyasî ya Kurdan şer bikin. Daxwaza gelê me ya awayê têkiliya di navbera hêzên siyasî yên Kurdan, daxwaz û hesreta me ye jî.

BANGÊN XEBATKARÊN ÇAPEMENIYÊ JÎ HÊJA NE

Rojnamevan û xebatkarên çapemeniya Kurdan ên ku dixwazin bi feraseteke demokratîk û azadîxwaz gelê me agahdar bike, wan jî bang kiribûn ku divê alozî bi rêya diyalogê were çareserkirin. Ev bang bangeke ji bo hesreta gelê me ye jî. Fikra rojnamevan û xebatkarên medya û çapemeniya Kurdan a li ser yekîtiya neteweyî û divê pirsgirêk bi rêya diyalogê were çareserkirin, ji bo me jî berpirsyariyeke dîrokî ye.

HELWESTA JIN Û DAYIKÊN KURD JI BO KURDAN HEMÛYAN FERMAN E

Bangên jinên Kurd ên piştî rûdana Zînî Wertê ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî û xwevegirtina ji dijmin hatin kirin, kampanyaya ku bi vê armancê hate meşandin, ji bo afirandina raya giştî ya Kurd û nîşandana hesreta gelê Kurd pir girîng e. Jinên Kurd bi rengekî vekirî dest li vê rageşiyê werdane. Jinên Kurd bi hesta berpirsyarî û çanda civakî ya bi dîrokê re afirî ye, laçikên xwe yên spî avêtine nava vê rageşiyê. Ev helwesta jin û dayikên Kurd ji bo Kurdan hemûyan fermaneke. Jinên Kurd bang kirin ku pirsgirêk hemû bi yekîtiya neteweyî, bi sekna neteweyî bên çareserkirin û hêzên siyasî hemû li rewş û cihê xwe yê berê vegerin. Bêguman her hêzeke siyasî ya Kurd wê vê bangê bibîne. Banga jin û hunermendên Kurd, hesta mafdarî, wekhevî, edalet û wijdanê gelê Kurd temsîl dike. Hêzên ku armanca xwe pêkanîna vê hesretê ye, berpirsyariya xwe ye ku bersivê bidin vê bangê.

Hesasiyeta hunermend, rewşenbîr, rojnamevan, kesayet û saziyên demokratîk ên Kurd û jinên Kurd ên piştî rageşiya li Zînî Wertê hate nîşandan, rayeke girîng a Kurd afirandiye. Wijdanê gelê Kurd di hesret û daxwazên wan de şênber bûye. Careke din hatiye dîtin ku raya giştî ya Kurd di çareserkirina pirsgirêkan û afirandina sekna neteweyî de xwedî roleke girîng e. Ev rewş ji bo netewebûna Kurdan û ji bo gelê Kurd cihê kêfxweşiyê ye. Ev yek ne tenê destketiyeke gelê me ye, di heman demê de destketiya hêzên siyasî yên Kurd hemûyan e.

EM DI WÊ BAWERIYÊ DE NE KU HÊZ HEMÛ WÊ LI CIHÊN XWE YÊN BERÊ VEGERIN

Em girîng dibînin ku bûyera Zînî Wertê û pirsgirêkên di navbera hêzên siyasî yên Kurd de derketine holê li gorî hesret û daxwazên raya giştî ya Kurd bêne çareserkirin. Lewma berdewamiya vê baldariya raya giştî wê ji bo çareserkirina aloziya heyî ku hîn jî dewam dike û dikare bibe sedema encamên giran, diyarker be. Ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêkên heyî, her wiha ji bo çareseriya pirsgirêkên gengaz ên paşerojê û destnîşankirina sekneke neteweyî ya Kurd wê roleke gelekî girîng bilîze. Eger ev baldariya raya giştî ya Kurd bidome, em di wê baweriyê de ne ku hêzên li Zînî Wertê hemû wê li rewş û cihê xwe yê berê vegerin.

EM Ê BI BERPIRSYARIYA XWE RABIN

Bi navê Tevgera Azadiyê ya Kurd, bangên ku li me hatin kirin me her tim weke bendewariyek ji me dîtin û li gorî vê yekê em tevgeriyan. Divê bê zanîn, li pêşberî bang, daxwaz û hesreta raya giştî ya Kurd, em ê bi berpirsyariya xwe rabin. Li ser vê bingehê bang û bendewariyên hunermend, rojnamevan, KNK, saziyên demokratîk û kesayetên li 4 parçeyên Kurdistanê û jinên Kurd ji bo me gelekî girîng in, hêja ne û ji ber van hewldanan em spasiyê li wan dikin.

Em di wê baweriyê de ne ku ev berpirsyarî û baldariya raya giştî ya Kurd ji bo çareseriya  bi sekna neteweyî ya pirsgirêkên nava hêzên siyasî yên Kurd, ji bo afirandina yekîtiya neteweyî wê roleke girîng bilîzin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ANALÎZ – Bi berekê, çend çûk…!

Nivîsa Pêş

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê ji bo Îbrahîm Gokçek banga lezgîn kir

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê ji bo Îbrahîm Gokçek banga lezgîn kir

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê ji bo Îbrahîm Gokçek banga lezgîn kir

FLAŞ – Gerîlla ketin kozikên leşkerên Tirk ên dagirker: 12 Leşker hatin kuştin

FLAŞ - Gerîlla ketin kozikên leşkerên Tirk ên dagirker: 12 Leşker hatin kuştin

Manşet

  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

Herî zêde hatine xwendin

  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekaran Zaningeha Katîp Çelebî Komûna Perwerdeyê ya Kurdî Ava Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Jinek û Keça wê Hatin Hetilkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Meşa Azadiyê ji bo Rêber APO, Bi Pêşengiya Komûna Şehîd Derweş Kop, Hate Li Dar Xistin”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.