Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 15, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – Bi berekê, çend çûk…!

"Gelo Dêrelok, Batûfa, Başîqa û heta hê nêzîktir li paytexta Herêma Kurdistanê bûye cihê MÎT û îstixbaratê her kes vê dizane, çima van deran naparêze. Çima ji bo dagirkerên Kurdistanê derbixîne, bang li hemû aliyên Kurdî nake ku bi yek rêzî li dijî faşîzmê têbikoşe. Diçe cihekî ku herî aram, ti behsekî ne metirsî û ne jî bi gotina wan a ‘metirsiya nexweşên koronayê li vir re derbasî başûr bibin’ xwe bi cih kirine."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
27/04/2020 - 0:05
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 7 mins read
A A
Rewşa dawî li Zînî Wertê: Bêdengî û li derdora wê liv û tevger heye
ParvekeTweet

“Di vê pêvajoya nêzîk de bi taybetî di aloziya Zînî Wertê de, li gel ku rastiya îxanet û hevkartiyê ya PDK’ê bûye mijara sereke ya raya Kurdî, divê mirov planên nepenî yên dewleta dagirker a Tirk jî ji nedîtî ve neyê.

Rastiya şerê Tirkan a li ser bingehê tunekirina Kurdan di her pêvajoyekî de bi teybetmendî û rêbazên cuda ve hatiye rêvebirin. Xala hevbeş a ku di hemû pêvajoyan de jê nevegeriyane jî bikaranîna hêzekî paramîlîter a nava civaka Kurdan e. Her tim xwestine di naverasta polîtîkayên xwe yên dagirkeriyê, polîtîkaya ‘xilaskirina Kurdan ya bi destê Kurdan’ de bingeh bigirin. Bi taybetî di pêvajoyên ku gelê Kurd piştî têkoşînekî bêhempa û dayîna bedîlên giranbuha de ber bi encamgirtinê ve gav biavêje, dewleta dagirker a Tirk bi rêya duvikên xwe yên nava Kurdan dikeve nava hewldanan da ku pêşî li vê yekê bigire. Ji ber ku baş dizane ku azadiya Kurdan wê rê li ber azadiya gelê Tirk û gelên din ên herêmê jî veke û ev yek tê wateya rûxîna desthilatiya wan.

Weke ku em hemû jî şahidyê ji pêvajoya hestiyar re dikin û dizanin ku dem dema mayînde kirina destkefityên Kurdistanê û azadiyê ye; mixabin dîsa wek her carê dijminê Kurdan bi rêya bikar anîna nûkerên xwe dixwaze rê li ber wê pêşketina dîrokî bigire. Sala nû di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û Kurdistanî de salekî tije ji avantajên ji bo gihîştina serkeftinên mezin e, dewletê dagirker a Tirk vê yekê dît û ji bo ku pêşî lê bigire dest bi fitneya xwe ya nû ku îro em li Zînî Wertê dibînin, kiriye.

Dewleta Tirk a dagirker ku ji her alî ve ketiya nava gora ku bi xwe bi destê xwe ji xwe re kolaye û ji ber dijminatiya li hemberî Kurdan û hemû beşên azadîxwaz birêve dibe, rewatiya xwe ji dest daye û hema li benda pifekê ye ku birûxe; ji bo ku xwe ji wê rewşê derxîne û kêliyekî din temenê xwe dirêjtir bike serî li her cûre rêyên qirêj dide.

Îro êdî gelê Tirk û heta yên girêdayî wan jî ji hebûna wan neraziye û bertekê nîşanê wan dide. Her roja ku diçe rastiya faşîzan û hov a vê rejîma rizî eşkeretir dibe. Ev rastiye li hemberî Kurdan bi rengekî cuda û trajediyekek din bi xwe ve digire. Desthilata ku di warê siyasî, aborî, çandî û bi şewba vîrûsa Korona (Covîd-19) re krîza tenduristiyê jî li ser zêde bû, kir ku benê sêdarê li stûyê dewletê biale.

Di vê pêvajoyê de mirov dikare bi vekirî bêje ku ti demekî wiha nehatiye ku desthilata Tirk evqasî tengijî. Heta berê di nava gel de beşek bi gotina ‘milet’ û ‘al’ dîsa girêdana bi bertîlan alîgirê desthilatê bû, lê di roja îro de ji ber kiryar û berjewendiyên ne ‘milet’ û ‘al’ berjewendiyên ‘Xezûr û ‘zava’ welat kiriye cihekî ku mirov nikaribe bijî. Êdî gotinên desthilatê ya ku ‘em ê nexweşxane, pir, bazarên mezin ên kirîn û frotinê’ vekin jî ji bo birînên wê nabe derman. Îro ketiye halek bê halan, dîsa xwe avêtiye bextê nemerd û hevkaran.

Desthilata faşîst hîs kir ku ew gel ne gelê berê ye û bazar wek berê nayê kirin, dîsa li dostê xwe yê berê ango PDK’ê vegeriya. Yê bikare wan ji vê reşromiyê xilas bike ew mêrê nemerdin. Dîsa xweş xapîner in. Dikarin bi çend gotinên hingivjehrî bixapin û tasek şîr bera erdê birijîne. Ji bo çi van gotinan dibêjim; ji ber ku karê îro PDK dike ne yê yekê ye û dîsa tevî hemû rêxistin, partî, sazî, kesayetên naskirî, hunermed mirov dikare bêje ti beşek ji civakê nema bang li PDK’ê dike, vegere; lê xweşmêran di ya xwe de israr in. Xwe li bin baskên kundên Kurdan bicih kiriye.

Mijara îro li Zînî Wertê hema di carekê de nehate hişê PDK’ê û bêje ka em biçin wir, metirsî heye em wir biparêzin an jî xaka me ye. Gelo Dêrelok, Batûfa, Başîqa û heta hê nêzîktir li paytexta Herêma Kurdistanê bûye cihê MÎT û îstixbaratê her kes vê dizane, çima van deran naparêze. Çima ji bo dagirkerên Kurdistanê derbixîne, bang li hemû aliyên Kurdî nake ku bi yek rêzî li dijî faşîzmê têbikoşe. Diçe cihekî ku herî aram, ti behsekî ne metirsî û ne jî bi gotina wan a ‘metirsiya nexweşên koronayê li vir re derbasî başûr bibin’ xwe bi cih kirine. Dîsa demê dawî de ji ber şewba Covîd-19 çeteyên DAÎŞ’ê hewl dide li gelek deveran hebûna xwe hê zêdetir nîşan bide, êrîşî Kerkûk û gelek navçeyên Iraqê dike. Gelo çima pêşmerge li gel gerîla mîna sala 2014’ê li heman çeper û kozikan li dijî DAÎŞ’ê şer nakin. Îro tên bermaberî hev çek li hev dirêj bikin.

Dema me vê hemû dibînin ku israra di şaştî û êdî gotina şaştî kêm dimîne, li pişt vê Tirkiye heye. Lewra dema Tirkiye ditengije her carê serî li vê rêbazê dide. Ji ber ku cihê qels ê Kurdan dîtiye û her carê sûdê ji vê digire. Tirkiye dixwaze bi vê gelek deverên Başûrê Kurdistanê dagir bike û qaşo nefesê li Tevgera Azadiya Kurdistanê bigire. Dîsa bi operasyonê bikin, bixwaze lewazî û dûrketina gel û alîgirên xwe bi gotinên, ‘Me di operasyonên derveyî welat de çiqasî gerîla tine kirin’, meznahiya dewletê û dîsa desthilata xwe bidin nîşandan. Dixwaze bi vê yekê hem krîzên siyasî, aborî û dîsa mijara tenduristî û pirsgirêka ji hemûyan mezintir pirsgirêka birsîbûnê ji rojeva Tirkiyeyê derxîne. Dîsa mijarê bike mijara ‘man û nemanê’.

Di çarçoveyek giştî dema mirov lê dinêre hê baştir gelek mijarên pişt perdeyê dixuyên. Tirkiye dixwaze xwe ji krîzan rizgar bike û têkoşîna azadiya Kurd biçewisîne û bandora PKK’ê ya li Tirkiye û herêmê bide şikandin û dîsa PDK jî dixwaze PKK di nava civakê de bide reşkirin û bandora wê ya li ser civaka Kurd giştî û bi taybet başûr kêm bike û li aliyê din YNK’ê hem di warê siyasî û hem jî di warê cografî de jî teng bike û serweriya xwe ya li ser Kurdistanê zêdetir bike.

Herî dawî dikarim vê bêjim; Kurd ne yek be, parçe be wê ji tîr û riman nefilite, wê tim hedef be. Kengê Kurd bû yek, wê gavê wê bikare bi navê Kurd û Kurdistan bikare ala xwe li her derê bihejîne, nebe hevkar û divikên dijminan. Ji bo wê ye; Kurdistan bi başûr, rojava, rojhilat û bakur tinê nabe, Kurdistan yek dibe.”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Weysî Tallî

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

NIRXANDIN – Mekanê Kapîtalîzmê – 1

Nivîsa Pêş

Daxuyaniya KCK’ê ya li ser Zînî Wertê: Em ê berpirsyariya xwe bi cih bînin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
KCK: “Bi ruhê serhildanê yê Şeladizê li her deverê helwestê nîşan bidin”

Daxuyaniya KCK'ê ya li ser Zînî Wertê: Em ê berpirsyariya xwe bi cih bînin

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK’ê ji bo Îbrahîm Gokçek banga lezgîn kir

Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê ji bo Îbrahîm Gokçek banga lezgîn kir

Manşet

  • HPG NRÇ: Mîrateyeke Têkoşînê Ya Mayînde Hiştin
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne
  • Karayilan: Dema Şehîd Berfîn Karekî Digirt Ser Xwe, Wê Her Tim Ew Kar Ser Dixist
  • Ciwanên NRW Li Ser Vegera Welat Nîqaş Kirin
  • Ji Desteya Ciwanan û Werzîşê Komxebat derbare Koçberiyê
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

Herî zêde hatine xwendin

  • Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    Xwendekarên Zanîngeha Rojava li Qamîşloyê Kampanyaya Paqijkirina Jîngehê Dest Pê Dikin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Civîna Salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a 2025’an li Dêra Zorê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Melunê Ciwanan Dirûşmeyên Ji Bo Azadiya Rêber Apo Qîr Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Pêşbirkên Lîga Basketbolê ya Dibistanan li Reqqayê Bi Dawî Tîne

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li ser rêya Dêr Hafir-Helebê 3 ciwan hatin revandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Omer Ocalan: Rêber Apo Dibêje ‘Divê Di Her Malê De Bi Kurdî Were Axaftin û Kurdî Were Parastin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dosya: Di Mexmûrê de Kongreya Ciwanan: Pêşî Azadiya Fizîkî Rêber APO ye

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanêk Li Roboskê ye de Jiyane Xwe Dest Da

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Tunisê di Navbera Ciwanan û Polîsan de Pevçûn Çêbû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Yekîneyên YCWK yên Stenbolê Rapora Siyasî ya ku Rêber Apo ji Kongreya PKK ê re Şandibû Li Şeş Navçeyan Belav Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.