Enter your email Address

Pazar, Aralık 14, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Dîrok û Berxwedan

Duran Kalkan: Em ê siyaseta qirker nedin jiyîn

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Duran Kalkan Cemîl Amed û Demhat Agît ku li Silêmanî hatin şehîdkirin bi bîr anî û got, "Bi mîsogerî em ê destûrê nedin ku hişmenî û siyaseta qirker li cîhanê bijî."

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
26/10/2019 - 11:41
di nav Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin
Reading Time: 10 mins read
A A
Kalkan: ‘Em bang li ciwanên Kurd dikin ku bi peywira xwe rabin’
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan milîtanên pêşeng ên PKK’ê, Cemîl Amed û Demhat Agît ku endamtiya Konseya Rêveber a KCK’ê kirine û li Silêmanî 15’ê Cotmehê ji hêla dewleta Tirk ve hatin şehîdkrin vegot.

Kalkan ji ANF’ê re axivî, got, di serî de ciwanên Kurd, hemû gelê Kurd heta dawiyê wê li milîtanên xwe yên fedayî xwedî derkevin, bîranînên wan bidin jiyîn, bibin xwedî firazeyeke ku armancên wan bi ser bixin. Kalkan got, “Wê zêdetir xwe li têkoşînê bigirin. Wê zêdetir giringiyê bidin ramana azadiyê ya Rêber Apo, ciwan zêdetir wê berê xwe bidin nav refên gerîla, hemû gelê me jî li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welêt zêdetir li têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê xwedî derkevin û tevlê bibin. Bi vê çarçoweyê wê zêdetir wêrek bin û fedekar bin. Wê bi sedan, bi hezaran Cemîl û Demhatan ji nav xwe derxînin û berê wan bidin nav têkoşîna azadî û demokrasiyê. Bi vî rengî wê ji jiyaneke azad wêdetir ber bi tiştekî dî ve neyên. Demokrasiya Rojhilata Navîn, li ser xeta azadiya jinê, çi tiştên li ber avakirina civaka demokratîk hebin wê biqevêzin, dijwarî çi bin wê zora wan bibin û bi mîsogerî wê pêk bînin û bi ser bixin.”

JI WAN WEYE KU WÊ ME BIQEDÎNIN

Kalka got dijminê ku Cemîl û Demhat şehîd kirin, ji wan weye ku bi komkujiyên wiha yên hovane wê PKK’ê biqedînin, bi salan e bi deh hezaran zarên Kurd ên wiha hêja qetil dikin û domand, “Li ser Rojavayê Kurdistanê êrîşên hovane tînin. Li ser gelê me yê Bakurê Kurdistanê jî terora qirker bi asta herî zêde dikin. Weke ku di şexsê Selçûk Mizraklî de tê dîtin nûnerên gel digirin û dixin zindanan. Li bajarên Başûrê Kurdistanê, li çiyayan û bejahiyan milîtanên fedayî yên şoreşger ên Kurdan, hevrêyên me yên hêja bi êrîşên hovane şehîd dikin. Bi vê, ji wan weye ku wê têkoşîna me ya azadiyê rawestînin, gelê me bişkînin, me biqedînin. Di berxwedana 40 salî ya mezin de derketiye holê ku ev hemû şaş e, ev berbiçav bûye û ji niha û pê de wê derkeve holê. Dijminê ku di dil xwe de wê me têk bibe, bi êrîşên xwe wê têk biçe. Dîroka nêz û hemû mirovahî di nêz de bi mîsogerî wê vê bibîne.”

CEMÎL AMED KEDEKE MEZIN DA

Kalkan bi bîr xist Cemîl Amed ku berpirsê Komîteya Tendiristiyê, ê ku nêzî 30 salê xwe dayî têkoşîna azadiyê û li Kurdistanê heme hema li hemû parçeyan peywir kirî, ji gerîlatiyê heta bi xebatên siyasî û civakî kiriye û domand, “Bi qasî ku dikete ser iml3e wî li hemû peywirên xwe xwedî derketiye û hewl da ku bi serkeftî wan bi cih bîne. Hherî dawî li çar parçeyên Kurdistanê berpirsê komîteya navendî ya tendiristiye ya gelê me û tevgera me bû. Di têkoşîneke wiha de xwedî kedeke mezin bû, ji bo ku xeta Rêber Apo fêhm bike, bisefirîne, têbigihe û bi cih bîne bi wêrekî û fedekariyeke mezin 24 saetan di nav xeta partîtî, gerîlatiyê de bû xwedî hewldaeke mezin. Gelek caran birîndar bû. Hevalekî me yê gazî bû, lingê xwe ji dest da, ji bedena xwe gelek caran birîndar bû, ti zehmetî, ti êRîş hevrê Cemîl Amed ji azadiya gelê Kurd, ji biratiya gelan û jiyana demokratîk û azad a mirovahiyê, ji xeta Rêber Apo dûr negirt. Di nav têkoşîneke wiha de bi rastî jî bû xwedî geşedaneke mezin. Bû milîtanê Apogerî, kedeke mezin da, li têkoşîna me ya azadiyê ya li her qadê bû zêdebûneke hêja ya gelê Kurd û hate asteke wiha.”

DEMHAT RANEDIWESTIYA, NEDIWESTIYA

Kalkan behsa Demhat Agît kir ku li gel temenê xwe yê ciwan jî bi peywirên mezin rabûye, xebatên îdeolojîk û siyasî kiriye û domand, “Bi rengê milîtaniya şoreşger ku di nav têkoşîna domdar de bû, bi pratîkê ve baz dide, ranediwestiya, nediwestiya, bêhna xwe nedida, xeta Rêber Apo serifandibû, jib azadîya gelê me, biratiya gelên herêmê û yekîtiya demokratîk her cure têkoşîn bi serkeftî bi ser dixist, beşên herî girîng ê jiyana xwe da têkoşîna me ya azadiyê.

Nexasim di xebatên siyasî de ku ji bo gelê Kurd nû bû, di xebatê dîplomatîk de gelek gav dane ber xwe. Bi dînamîzm, zîrektiya xwe ya hînbûn û têgihiştinê, mîna xebatên dîplomatîk xizmetên girîng kir.

Di têkoşîna me de, keda wî zêde li van xebatan bû. Xwe perwerde kir, rêxist, hazir kir, bû nirxekî hêja yê gelê Kurd, milîtanê xeta Apoyî yê têkneçûyî, li ser xwe.”

NE REWŞEKE WIHA YE KU WERE QEBÛLKIRIN

Kalkan bi domdarî wiha got: “Niha ev bi mîsogerî ne rewşeke wiha ye ku were fêhkirin û qebûlkirin. Dema ku hevrê Helmet li Qendîlê bi alçaxî hatî qetilkirin me bal kişandibû ser rewşa Başûrê Kurdistanê.”

Me gotibû divê êrîşkariya komkuj a van hêzên TC’ê yê qirker û faşîst were astengkirin. Wê demê hin hêz ji vê xwe aciz kiribûn. Gotibûn ma çi karê me bi Qendîlê heye. Niha jî ez dibêm qey wê nebêjin ma çi karê me bi Silêmanî heye. Di rewşeke wiha de ku li bajar û gund, çiya, deştên Başûrê Kurdistanê dema ku milîtanên herî hêja yên Kurdan bi alçaxî têne qetilkirin wê nikaribin bibêjin haya me jê tine, ev me têkildar nake.

Diyar e ku dijminê qirker li van qadan gelekî rêxistiniya xwe kiriye, xwe perwerde kiriye û hazir kiriye. Divê mirov vê derxîne holê, fersendê bi dest ve nede. Di rewşeke wiha de ku li Rojava komkujiyan dike, li Bakur, jin, zarok, ciwan, li ser gellê me komkujiyên hovane dike, heman dijmin li Başûrê Kurdistanê li qadên rizgarkirî ku gelê me bi berdêlen mezin, ku bi deh hezaran, bi sed hezaran, bi milyonan şehîd die komkujiyên wiha dike.

Divê bi mîsogerî destûrê nedin vê. Em bawer dikin, siyaseta Başûrê Kurdistnaê û gelê me, wê destûrê nede van êrîşên faşîst û qirker, wê bibêje, raweste. Wê sîxûr, îxbarkaran, nokeran asteng bike, bi ser wan de biçe, wê destûra jiyanê, rêxistinbûnê nede van, nehêle ku welatparêzin Kurd, şoreşger werin qetilkirin. Baweriya me ev e, banga me ev e. Heke em bala xwe bidinê, hem cih û hem jî dema komkujiyê girîng e, manedar e.

Hêzên TC’ê yên faşîst û qirker ku li Girê Spî û Serêkaniyê bêyî ku bibêje ev jin e, zarok, yixtiyar ebi kimyasalan, komkujiyên bi alçaxî dike, dîsa li Bakurê Kurdistanê nûnerê hilbijartî yên gel ji peywirê digire û dixe zindana, eynî demê di rewşeke wiha de ya mîna 15’ê Cotmehê li her parçeyê Başûrê Kurdistanê, li bajarê qedîm Silêmanî bi qasî ku hevrê Cemîl û Demhat qeyil bike êrîşên hovane û bi alçaxî dike. Divê hemû siyaseta Kurd û gel vê baş fêhm bike. Niha di rewşeke wiha de ku li Rojava ev çend komkujî dibin û bi asta netewî bihistyarî, yekîtî derketiye holê, çima li deverên din jî komkujiyên wiha dikarin bini? Li dijî van em çawa dikarin têkoşîneke bîrewer, rêxistinî bikin? Divê em van ji xwe bipirsin.”

EM ZÊDETIR XWEDÎ DERKEVIN

Kalkan bi bîr xist ku Cemîl Amed li gel ku li Rojava demeke dirêj xebat kiriye, gazî ye, piyê xwe ji dest daye jî ti cihek nemaye ku gava xwe neavêtiyê û îro di geşbûna berxwedana Rojava de ya bi rengekî bêhempa yek ji wan kesan e ku para wî heye û got, “Li ser me hemûyan keda wî ya hêja heye. Çar parçeyên Kurdistanê û gelê me yê li derveyî welat wê li bîranîna van hevrêyên me yên ku hatine şehîdxistin û li hemû şehîdên Rojava xwedî derkevin.”

WÊ WELAT Û MALÊN XWE BERNEDIN

Wê berxwedanê li dijî êrîşên faşîst û qirker bi wêrekî û fedakaiyeke mezin heta dawiyê pêş bixin, wê mirinê bînin ber çavan lê welat, gund, mal, kuçe û çiyayên xwe, kevirên xwe, Kurdistanê, welatê xwe bernedin. Ti caran wê dev ji jiyana azad bernedin. Kî çi dibêje bila bibêje, kî çi qasî êrîşê tîne bila bîne, çi qas komkujiyê dike bila bike, ji bo jiyanê ji bilî ku em li xwe, li cihê xwe, li welatê xwe xwedî derkevin û her cure fedakariyê bikin tiştek tine. Wê gelê me yê Rojava, Başûr, Bakur û Rojhilatê jî guh bidê vê. Li dijî her cure êrîşê wê heta dawiyê li ber xwe bidin û teqez bi paş ve gav neavêin, bi paş ve neçin, xaka xwe bernedin, wê van xakên ku bapîr û dapîrên wan bi kedeke mezin bi xwînê ava bikin bi dest dijmin ve bernedin.

HER DER ROJAVA, HER DEM BERXWEDAN

Li Başûr boykot heye, ez bang li her kesî dikim ji ob ku boykot bêhtir karîger be û bi ser bikeve hewl bide. Ez bang li her kesî dikim hem li cihê xwe bimînin û hem jî li dijî dijmin boykot jî di nav de her cure çalakiyê bikin, li ber xwe bidin. Em dibêjin her dever Rojava, her dever berxwedan. Berxwedan me heyî dike, dide jiyîn. Hevrê Cemîl û Demhat, şehîdên leheng ên Rojava ev hînî me kirin, em ê her dem li van şehîdên xwe xwedî derkevin, ji kujeran hesab bipirsin. Em ê bi mîsogerî destûrên edin ku hişmendî û siyasta qirker li cîhanê nejî, em ê bîranîna hevrêyên xwe bi têkoşîneke wiha bi serfirazî bidin jiyîn. Em ê armancên wan bi ser bixin. Wê hişmendî û siyaseta faşîst û qirker têk biçe, Kurdistan wê azad bibe û Rojhilata Navîn demokratîk bibe.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ROJEVA 26’Ê COTMEHA 2019’AN

Nivîsa Pêş

Zerîn Rûken: Xwedî li Rojava derketin, xwedî li Şoreşa jinê derketin e

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
Zerîn Rûken: ‘AKP bi agir dilîze’

Zerîn Rûken: Xwedî li Rojava derketin, xwedî li Şoreşa jinê derketin e

PAJK: Wê ji dewleta Tirk a faşîst û yên ku bêbextî kirine hesab bê xwestin

PAJK: Wê ji dewleta Tirk a faşîst û yên ku bêbextî kirine hesab bê xwestin

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.