Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Dîrok û Berxwedan

Zerîn Rûken: Xwedî li Rojava derketin, xwedî li Şoreşa jinê derketin e

Zerîn: Ev êrîşeke li ser şoreşa jinê ye. Şoreşa Rojava bi reng û îradeya jinê têşe girt. Di vir de îradeya jina azad hatiye hedef girtin. Di hişmendiyê dagirkeran de her tim jin û zarok hedefê wan yê serekene.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
26/10/2019 - 11:44
di nav Dîrok û Berxwedan, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet, Nirxandin
Reading Time: 9 mins read
A A
Zerîn Rûken: ‘AKP bi agir dilîze’
ParvekeTweet

BEHDÎNAN – Endama koordînasyona KJK’ê Zerîn Rûken beşdarê bernameya Rojeva Jin ya di Stêrk TV de tê weşandin bû. Zerîn Rûken bi taybetî li ser êrişa dagirkerî û faşîzma hikûmeta Erdogan a faşîst a ku li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakurê, Rojhilatê Sûrî û berxwedaniya civaka Kurd û dostên Kurdan yên li her deverê cîhanê li dijî ev dagirkeriyê dimeşînin nirxand. Zerîn Rûken dibêje; “Tecrîta girankirî ya li ser Rêber APO tê meşandin li ser tevahî mirovahiyê ye, Rojhilata Navîn û jinane. Tecrîta li ser Serokatî çiqasî tê şidandin, şer jî ewqasî dijwar û bê exlaq dibe. Şerê niha li ser Rojavayê Kurdistanê, Bakur-Rojhilatê Surî tê meşandin, Başûr, Bakûr, Rojhilat tê meşandin ji vê tecrîtê qut nîne. Wê ev komplo ti carî negihije armanc û hedefa xwe.”

‘WÊ EV KOMPLO TICARÎ NEGIHIJE ARMANC Û HEDEFA XWE’

Zerîn Rûken di destpêka gotinên xwe de şehîdên meha Cotmehê bibîr anî û wiha got: “Ez di şexsê hevrê Bêrîtan Hêvî de, tevahî hevrêyên şehîd bibîrtînim û bejna xwe li hember wan di tewînim. Cardin li hember Serokatiya me di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de komployek navneteweyî pêk hat.” Zerîn dibêje buyerên ku îro tên jiyîn bi hev ve girêdayîne, ji komploya navnetewetî qut nîne û wiha pêde çû: “Tecrîta girankirî ya li ser Rêber APO tê meşandin li ser tevahî mirovahiyê ye, Rojhilata Navîn û jinan e. Tecrîta li ser Serokatî çiqasî tê şidandin, şer jî ewqasî dijwar û bê exlaq dibe. Şerê niha li ser Rojavayê Kurdistanê, Bakur-Rojhilatê Sûrî tê meşandin, Başûr, Bakûr, Rojhilat tê meşandin ji vê tecrîtê qut nîne. Wê ev komplo ti carî negihije armanc û hedefa xwe. Hêzên komploger yên navdewletî armanc dikin ku ev komploya dane destpêkirin dawî lê bînin. Di tecrîtê de israr kirina faşîzma AKP-MHP tê wateya şer de israr kirinê. Em weke tevgera jin tecrîta li ser Serokatî li ser xwe û ya jinê dibînin û digrin dest. Ji bo ku em ev tecrîta li ser Serokatî têk bibin, pergala Îmraliyê perçe bikin û bi Serokatî re di Kurdistanekê azad de bijîn pêwîste em berxwedaniya xwe de bi israr bikin û berxwedaniya xwe jî bi hêz domdarî bikin. Me ti carî tecrîta li ser Serokatî qebul ne kiriye em qebul jî nakin. Tecrîta li ser Serokatî tecrît kirina azadiya mirovahiyê û bi taybetî jî ya jinane.”

‘GELÊ KURD HÊZEK SEREKEYE KU ÇARENÛSA GELAN DE DIYAR KERIN’

Zerîn di nava axiftinên xwe de balê dikşîne li ser êrîşa ku ji hêla dewleta dagirker û hikûmeta faşîst ya Erdogan a ku di 9’ê Cotmehê de li ser Bakur, Rojhilatê Sûriye pêkaniye. Zerîn ev nirxandin kir: “Êrîşa di 9’ê Cotmehê de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriye hate meşandin, dixwazin dersek bidin Kurdan bi rêya Erdogan. Lê mixabin Kurd ne wekê berê bê kes in û bê quwet in. Di roja me ya îro de rêxistinbûyîna Kurdan heye, artêşa wan ya ku bi îrade, bawerî û bi hêza xwe ya cewherî berxwedanî û têkoşîn di meşîne heye. Ev hêza leşkerî ya Kurdan di Rojhilata Navîn de hêzekê sereke ye û bandoriya wê jî gelek mezine. Di xeta siyemîn de dikare heta dawî yê rol bi leyze. Mirov dikare bibêje yek jî sedemê êrîşkirina Bakur û Rojhilatê Sûriye ev e. Cardin di paradîgmaya Serokatî de pergala netewa demokratîk pêş dikeve. Ya din jî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû şoreşa jin û şoreşa gelan. Dixwazin peyama qirkirinê bidin Kurdan û gelan. Di qirna 21’emîn de gelê Kurd hêzek serekeye ku di çarenûsa gelan de diyar kerin. Di serî de jina Kurd pêşengtiya vê yekê dikin. Serokatî bi fikir û hişmendiya avakirina Netewa Demokratîk re tevahî gelan kiriye xwedî îrade û dibin fikra azadiyê de anîne gel hev. Ev yek ji bo tevahî Kurdan, gelan û cîhanê bûye hêviyek. Em baş bizanin ku ev êrîşa dagirkerî ya li Bakur û Rojhilatê Sûriye pêk tê li dijî azadiyê ye, şoreşa jin e û li ser projeya netewa demokratîke û modernîteya demokratîk e.”

‘HÊZÊN NAVDEWLETÎ BI DESTÊ XWE PIŞTGIRIYÊ DAN DAIŞ’Ê’

Zerîn bal kişand ser têkiliya Erdogan û DAÎŞ’ê û got: “Artêşa dewleta Tirk, artêşa Erdogan ji xwe ji çeteyan û DAÎŞ’î yan pêk tê. Dibêjin wê DAÎŞ zindî bibe, pêwîst nake zindî bibe ji xwe DAÎŞ bi xwe ye. Hêzên navdewletî bi destê xwe piştgiriyê dan DAÎŞ’ê, zindî kirin û dagirkeriya dewleta Tirk êrê kirin, DAÎŞ’ê erê kirine. Erdogan ne tenê li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî û Kurdistanê ye, Erdogan ji bo tevahî cîhanê bûye bela. Pêwîste helwestên hêzên navdewletî tenê bi gotinan nemine, di emel de jî helwestên xwe bidin diyar kirin. dagirkeriya Bakur, Rojhilatê Surî destdirêjiya li ser jin û gelane.

‘ÊRÎŞA LI SER HEVRÎN XELEF, ÊRÎŞA LI SER ŞOREŞA JINÊ YE’

Di 12 Cotmehê de çeteyên DAÎŞ’ê yên dewleta Tirk Sekreterya ya giştî ya Partiya Pêşeroja Sûriye Hevrîn Xelef li ser rêya navnetewî hate qetilkirin. Êrîşa li ser Sekterya Giştî a Partiya Pêşaroja Sûriiye Hevrîn Xelef pêkhatiye û di heman demê de hovîtiya li ser bedena şervana YPJ Amara pêkhatiye hovîtî û bê exlaqtiya dagirkeriyê dide diyarkirin. Ev êrîşeke li ser şoreşa jinê ye. Şoreşa Rojava bi reng û îradeya jinê têşe girt. Di vir de îradeya jina azad hatiye hedef girtin. Di hişmendiyê dagirkeran de her tim jin û zarok hedefê wan yê serekene. Jin di civakê de hêzên serekene, yên ku azadiyê çanda exlaqê diparêzin jin in. Di heman demê de di pêşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jin xwedî hêza pêşeng ya serekeye. Em weke Tevgera Azadiya Jin û her wiha tevahî jinên Kurd em ê heya dawiyê jî hesap ji vê hişmendiya kujer, faşîst û qetîlê jinan bipirsin. Em vê êrîşê li ser xwe dibînin, ev êrîş destdirêjiya li ser jinê pêkanîne. Çi dikin bila bikin lê nikarin hêza parastina jinê bişkînin. Hevrê Hevrîn Xelef ji bo jiyanek azad, Suriyek demokratîk kar û xebat dimeşand. Ji bo ku di Sûriye de jin, zarok û civak neyên qetil kirin, qirkirin xebatê netewa demokratîk dimeşand. Di siyaseta demokratîk de xwedî rolek sereke bû. Ev qetlîam pir pilansazî û zanabûyîn hatiye kirin. Erdogan li her çar perçeyê Kurdistanê dijminê jin û zarokane.”

‘ÊRIŞA LI SILÊMANIYÊ PÊK HAT, BI ÎXANETA HÛNDIRÎN RE GIRÊDAYÎ YE’

Zerîn Rûken di berdewamiya gotinên xwe de li ser bûyera ku li Silêmaniyê pêk hat jî rawestiya, got: “Li hember ev dagirkeriya tê meşandin helwesta gelên me yên Rojhilat, Başûr û gelê me yên derveyê welat metirsiya heye dîtin û li hember wê rabûn. Ev ruhê yekîtiyê gelek girîng e. Ez vê yekê pîroz dikim, pêwîste ev yek her demî bibe. Bi taybetî gele me yê Başûrê Kurdistanê vê yekê baş bizanîn ku dewleta Tirk bost bost xaka Başûrê Kurdistanê dagirkiriye. Beriya vê çend rojan du şoreşgerên pêşeng û pîroz li Silêmaniyê hatin şehîdxistin. Hevrê Demhat û hevrê Cemîl di heman demê de xebatên netewî jî didan meşandin. Ev êrîş heman demê êrîşekî li ser yekîtî û netewbûyîna Kurdane. Her wiha ev ji komkujiya Parîsê qut nîne. Pêwîste di serî de Parlementoya Kurdistanê, partiya YNK vê bûyerê ronî bikin. Bi vê êrîşê re dewleta faşîst ya Erdogan dibêje; ‘hûn çi dikin bikin lê em nahêlin yekîtiya we were ava kirin.’ Ev ji qirkirina Rojava û Komploya 9’ê Cotmehê qut nîne. Weke Tevgera Azadiya Jin em ê hesapê hevrêyên xwe bi dijwarî bi pirsin. Pêwîste gelê me şev û roj li kolanan be û bibêje pêwîste ev qetlîama siyasî were zelal kirin. Ev yek di îxaneta hûndirîn ve girêdayî ye, ger ku îxaneta hûndirîn nebe wê dewleta dagirker, hikûmeta faşîst ya Erdogan ewqasî rehet ne karibe van êrişane pêk bîne. Ev êrîş bersivekê li hember yekîtiya gelê Kurd û yekîtiya jinan e. Yê ku vê dagirkeriyê rawestîne hêza yekîtiya jinane, yekîiya gelê me ye.”

‘PÊWÎSTE JINÊN CIWAN PÊŞENGTIYÊ JI TEVLÎBÛNA GERÎLA RE BIKIN’

Zerîn di dawiya gotinên xwe de bang li tevahî ciwana kir bi taybetî jî jinên ciwan kir ku beşdarî nava refên gerîla bibin û xwedî li nirxên xwe derbikevin. Zerîn bi van gotinan dawî li axiftinên xwe tîne; “Îro li her deverê gelê Kurd parastina hebûna xwe û nasnameya xwe dike. Bêguman di hêla leşkerî de pêwîstî heye ku em artêşa xwe mezin û berfirek bikin, ev yek pêwîstiyekî bingehîne. Lê rehendên parastina cewherî di gelek aliyan de heye. Li ser vê yekê jî ez bangawazî li tevahî ciwanan dikim, ne tenê her çar perçeyê Kurdistanê, tevahî ciwanên azadîxwaz, tevlî hêza parastinê, tevlî gerîla bibin. Di serî de pêwîste pêşengtiya vê yekê jinên ciwan bike. Azadî û nasnameya xwe xwedî derbikevin. Em komkujiya li ser me tê meşandin ji bîr nekin. Em her roj komkujiyan re rûberû dimînin. Lê em xwedî nirxên gelek pîroz in. Em xwedî ruhekê berxwedan û têkoşînê ne. Em çiqasî berxwedaniya xwe zêdetir bi radîqal bikin em ê azadiya Rêber Apo, xilasiya jin û gelê xwe zûtirîn misoger bikin. Xwedî li Rojavayê Kurdistanê derketin, parastina şoreşa jin û mirovahiyê ye. Em berxwedaniya xwe bilindtir bikin.”

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Duran Kalkan: Em ê siyaseta qirker nedin jiyîn

Nivîsa Pêş

PAJK: Wê ji dewleta Tirk a faşîst û yên ku bêbextî kirine hesab bê xwestin

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
PAJK: Wê ji dewleta Tirk a faşîst û yên ku bêbextî kirine hesab bê xwestin

PAJK: Wê ji dewleta Tirk a faşîst û yên ku bêbextî kirine hesab bê xwestin

Bîlançoya roja 13’emîn a Berxwedana Cenga Rojava

Bîlançoya roja 17'emîn a Berxwedana Cenga Rojava

Manşet

  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Xwendekarên Welatparêz ên Kobanê perwerdeyê parastinê lidardixin
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

Herî zêde hatine xwendin

  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Şehîd Hemze pêşengê ciwanan yê netewa demokratîk bû”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Tevgera Ciwanên Mexmûr Berdewam Dike

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Mêrdînê Destdirêjiya Cinsî Li Ser Jineke Ciwan: 4 Binçavkirin, 2 Girtin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Em di bin siya darên welatê xwe ya xweşîk de dibin hevalê hevdû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.