Enter your email Address

Pazartesi, Aralık 8, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Daxuyanî

YPJ: Jinên Şengalê bi rêxistinkirinê komkujî têk birin

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê bi daxuyaniyeke nivîskî Ferman'a 3'yê Tebaxa 2014'an bi bîr anî û got, ''Neviyên Kawayê hesînkar, şopdarên Derwêş û Edûlan û Hevrêyên Binefş Agalan, sonda tolhildanê girtibûn pêşiya komkujiya mezin bigrin.''

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
02/08/2019 - 11:38
di nav Daxuyanî, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 5 mins read
A A
ParvekeTweet

NAVENDA NÛÇEYAN – YPJ’ê bi daxuyaniyeke nivîskî Fermana li ser Êzîdiyan a 3’yê Tebaxa 2014’an bi bîr anî, qirkirina bi destê çeteyên DAÎŞ’ê şermezar kir. YPJ’ê got ew di şexsê Bêrîvan, Gulçîn, Vînar, Şengal, Berxwedan, Canwelat, Zêrîn Qamişlo de hemû şehîdên 2014’an ên di berevaniya Şengalê de bi bîr tînin û soz didin ku xewn û xeyalên wan bi cih bînin.

‘ŞOPDARÊN DERWÊŞ Û EDÛLAN PÊŞIYA KOMKUJIYÊ GIRTIN’

YPJ’ê di daxuyaniyê de bal kişande ser rola dewleta Tirk a dagirker a li ser qirkirinên li ser Êzîdiyan û got, “Hêzên desthilatdar, yên kujer di dîrokê de li ser civaka me ya Êzîdî bi dehan komkûjî pêk anîne. Sedema van komkujiyan tinekirina ol, bawerî, çand û xaka pîroz a Şengalê bû. Di serî de dewleta Tirk ya ku di 61 fermanên li ser Şengalê de cih girtiye, ristek sereke di komkujiyan de leyîstiye. Her wiha hêzên nûker û xwefiroş di encama nakokiyên mezhebî, olperestî û netewperestî gelê Êzîdxanê kirine armanca êrîşên xwe yên qirêj. Ev êrîş ji siyaseta gemar, hêrsa desthilatdarî û faşîzmê para xwe girtiye. Ev siyaseta kirêd îro careke din li ser kare, hewl dide gelê ku xwe bi rêxistin kiriye êrîşên tinekirinê pêk bîne. Lê keç û xortên Kurd, ji bo li pêşiya vê hovîtiya mezin bibin mertalên parastinê, di sala 2014’an de ji her çar aliyê welat berê xwe dan Şengala pîroz û li pêşiya êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê girtin. Neviyên Kawayê hesînkar, şopdarên Derwêş û Edûlan û Hevrêyên Binefş Agalan, sonda tolhildanê girtibûn pêşiya komkujiya mezin bigrin.”

‘HEMAN HIŞMENDÎ BI HEVKARIYA PDK’Ê ÊRÎŞÊ TÎNIN SER ŞENGALÊ’

Hêzên ji aramiya Şengalê aciz hewl didin wê aramiyê xira bikin. Pergala ku bi pêşengtiya jina zane bûyî pêş dikeve, nûkeran ne rihet dike. Di roja me ya îro de jî bi heman hişmendî û bi hevkariya PDK’ê êrîşî destkeftiyên Şengalê tê kirin. Gefxwarinên bê çandî yê li ser pêşenga tevgera azadiya jina Kurd hatî kirin, bi destê xwediyê heman hişmendiya ku di sala 2014’an de li ser keç û jinên me yê Êzîdî hatî kirine. Gefên rojane li ser destkeftiyên şoreşa Rojava, Bakûr-Rojhilatî Sûrî û xaka başûrê kurdistanê tê kirin, heman hişmendiye. Li hemberî van êrîş û gefxwarinên dagirkeriyê, hişyariya gelê me firehkirina qadên tekoşîna azadiyê hewce dike.

‘BI PÊŞENGIYA BÊRÎVANAN, ŞENGAL, BERXWEDANAN ÊZÎDÎ XWE JI XWELIYA XWE DIAFIRÎNIN’

Bi pêşengtiya Bêrîvan, Şengal û Berxwedanan gelê me yê Êzîdî îro xwe ji xweliya xwe ji nû de avakiriye. Mînaka ber bi çav; avakirina hêzên parastinê YBŞ-YJŞ û Meclîsa Xweseriya Demokartîk a Şengalê ye. Her çendî gelek êş û azarên mezin hatin jiyankirin, lê gelê me yê Şengalê bi cewherê xwe, bi bîr, bawerî û ola xwe ve girêdayî bû dev jê berneda. Li hemberî şerê ku talan dike, dikuje, tine dike, nirxan nasnake xweparastin mafekî herî rewa yê civakî ye. Îro gelê me yê Şengalê bi vê rista xwe radibe û hêza parastina jiyana xwe mezin dike.

Me Yekîneyên Parastina jinê YPJ’ê, parastina jinên Şengalê, gelê wê û hemû jinan ji bo xwe erkekî dîrokî dît. Li hemberî dijminekî weke DAÎŞ’ê ji bilî şerkirinê tu rêyeke din ne pêkan bû. Bi vê hişmendiya parastinê, hem di vekirina korîdora ji Şengal heta Rojava û hem jî bi pêşxistina gelek pêngavên li ser bingeha tolhildana Jinên Şengalê hêzên me bi fedekariyên mezin bedel dan. Bi tekoşîn û berxwedana hêzên parastinê dan nîşan, bi şehîdên me yê qehreman û keda dayîkan plangeriyên qirêj yek bi yek hatin rûxandin. Bi berxwedana dîrokî ya şervanên me û YJŞ’ê di kelha çeteyên DAÎŞ’ê de li bajarê Reqa, DAIŞ hezîmetek mezin jiya. Di herêma Dêrezorê de bi pêngava tinekirina DAÎŞ’ê re hêzên me, YPG û QSD’ê tekoşîna mirovahiyê bi serxistin. Bi sedan jin, zarok û keçên Êzîdî ji hovîtiya çeteyên DAÎŞ’ê hatin rizgarkirin. Me soz dabû em tola Şengalê rakin me rakir. Ev daneheva bê hempa ya şehîdan, keda dayîkên me û hemû jinan ava kir, hêz, bawerî, hêvî, hevgirtina ruhî ya jinan û gelan ava kir. Em biryardariya xwe ya parastina van destkeftiyan careke din tînin ziman. Soza me dabû jinên Êzîdî ku em tola jinên dîl ketine dest rabikin dubare dikin.

Li ser wê esasî em dibêjin wê tekoşîna me ya azadiyê bidome. Em soza xwe li hemberî hemû şehîdên azadiyê, dayîkên şehîdan û jinên Şengalê dubare dikin.”

Parve Bikin98TweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

Li Hesekê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê yê amadekariya qetlîamê dikirin operasyonek pêk hat

Nivîsa Pêş

PDK xwe ji şerê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê re amade dike

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
ANALÎZ – Dagirkeriya li ser Xakûrkê û tewanbariya bê bingeh…!

PDK xwe ji şerê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê re amade dike

LEZGÎN – HRE: 2 çete hatin kuştin

LEZGÎN - Li Şêrawayê tankek hate rûxandin û 3 leşkerên Tirk hatin kuştin

Manşet

  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be
  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev
  • YRK’ê Fermandar Feraşîn Bêrîtan Bi Bîr Anî

Herî zêde hatine xwendin

  • HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    HPG-NRÇ’ê Şehîdên Sala 2024’an Bi Hurmet Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Kurd li Frankfurtê di Çalakiyeke Çandî de Hatin Gel Hev

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Semînera “Vegera Welat” ji TCŞ Stuttgart

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Hamburgê: Serkeftin Dê Ya Me Be

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • 30 şervan tev li QSD’ê bûn

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Dewreya Şehîd Çiya Hozan li Helebê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ezîz Şêx Elî oxir kir

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Konferansa Aştî û Civaka Demokratîk Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • “Em bang li hemû ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku berê xwe bidin bendava Tişrînê”

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • ROJEVA 5’Ê ADARÊ 2023’YAN

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.