Enter your email Address

Cumartesi, Ocak 31, 2026
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Kûr Bûyin Analîz

ANALÎZ – Li Kurdistanê xeta dewlet-çete

Bi saya Tekoşîna Azadiya Kurdistanê ve, ev demek dirêj bû ku li Kurdistanê xeta çeteyên komprador lewaz ketibû. Di van çend salên dawî de bi polîtîkayên taybet ve bi destê AKP’ê li Kurdistanê tê xwestin ku dîsa vê xeta hevkariyê bê xurtkirin û gelê kurd dîsa bikin mehqûmê vê xeta îxanetçî.

Edîtor: Nûçe Ciwan Kurdî
23/06/2019 - 0:03
di nav Analîz, Giştî, Hemû Nûçeyan, Manşet
Reading Time: 6 mins read
A A
ANALÎZ – Li Kurdistanê xeta dewlet-çete
ParvekeTweet

“Tevgera Azadiya Kurdistanê dema nû dest bi tekoşînê kir, li Kurdistanê bi awayekî berfireh analîza axayên komprador ku hevkariya dewleta dagirker dikin, kir. Bi vê analîzê ve navek li van hat kirin û ji wan re hat gotin ku “Axayên kompradorên û hevkar” ev kes li Kursdistanê hêza dewletê didin pişt xwe û li herêmê zextên mezin li ser gel didin maşandin. Lewma li Kurdistanê de haya ku ev kes hebin wê bi tû awayî pêşî li tekoşîn û rêxistinê jî nehata vekirin. Ji ber vê yekê di salên 70’yî de bi pêşengiya Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Tevgera Azadiya Kurdistanê li seranserê Kurdistanê û bi taybet li herêma Riha, Dilok û beşeke herêma Mêrdîn û Amedê cara yekem li hemberî van hevkar û kompradoran dest bi tekoşînê kir.

Tevgera Azadiya Kurdistanê rewşa Kurdistanê û kurdan bi awayekî pir berfireh analîz kiribû. Di encama analîzan de hat fêmkirin ku li Kurdsitanê heya xeta hevkarî û kompradoriyê neyê tasfiyekirin wê gelê kurd tu carî ji bo azadiya xwe nekeve nav tekoşîneke xurt. Lewma, Tevgera Azadiya Kurdistanê gava yekem li hemberî axayên hevkarê dijminê ku Kurdistan dagir kiriye û kompradorên ku bi dijiminê xwe re di nav hevkariyê de ye da meşandin. Ev gava Tevgera Azadiyê wê demê di nav civakê de pir deng veda û bi vê pêla berxwedanê ve li hemû Kurdistanê li hemberî komradoran tekoşînek xurt hat meşandin.

Di wan salan de têkoşîna li Hîlwan-Sîweregê li hemberî eşîreta Bûcak cemaeta Silêmanan dihat meşandin ji bo gel bû hêviya azadiyê. Gel dît ku Tevgera Azadiyê li herêmê bi kesên ji dijminê wan zêdetir ji wan re dijminahiyê û zordestiyê dike şerê azadiyê dike. Ji ber ku civak ji van eşîr û cemaeta pir ditirse nikare li hemberî wan derkeve, ji wan re bibûn xulam û karker. Lê piştî dît ku Tevgera Azadiya Kurdistanê bi îradeyek mezin ve li hemberî neheqiya ku li ser civakê tê ferzkirin derket û şûn ve, wê demê gel bi awayekî mezin Tevgera Azadiyê hembêz kir. Ev jî hemû plan û projeyên hêzên komprador têk bir. Lewma li Kurdistanê xeta teslîmkariyê ya ku li ser tê gel ferz û xeta azadiya gel her tim di nav tekoşînekê de bûne. Lê her çiqas li Kurdistanê li hember xeta çetecitî û kompradoriyê xeta azadiyê pêş bikeve jî, her tim bi destê hêzên dagirkerên Kurdistanê ve xeta îxanet û çetecitiya ku kompradoran hêz dike jî tê xwedîkirin. Di roja me ya îroyîn de jî ev xet bi destê AKP’ê ve tê xurtkirin û piştgirîkirin.

Bêgûman navenda vê xeta teslîmiyetê li ser gelê kurd ferz dike Riha ye. Ji vê navendê şerê taybet îro li her çar perçeyê Kurdistanê ji bo îradeya gel bişkîne û pêşî li tekoşînê bigrin komprador û çete hatine avakirin. Ev çeteyên ku bi çeka dewleta dagirker li ser gel terorê didin meşandin tekîliya dewlet û çete bi awayekî aşkera radixe ber çavan. Bi destê van çeteyan ve li Kurdistanê bi piştgiriya dewletê ve bi destê çetayan ve gel tê qetilkirin. Di 4’ê gulana 2009’an de li gûndê Bîlge yê girêdayî bajarê Mêrdînê komek çete bi çeka dewletê ve 6 jê zarok, 17 jê jin bi giştî 44 kurd qetil kirin. Dîsa di 14’ê hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi destê eşîreta Yildiz ya ku îro li herêmê nûnertiya AKP’ê dike ji malbata Şenyaşar çar kes hatin qetilkirin. 15’ê hezîranê de jî dîsa li Rihayê vê carê ji navçeya Sîwerefê bi destê birayê parlementerê AKP’ê Zulfîkar Îzol ve ji malbata Îzol di orta rojê de şeş kes hatin qetilkirin. Li himber van qitlîamar dewlet bêdeng e û haya mirov dikare bêje pişta kujeran digre. Ev her sê bûyerên ku ji hêla heman zîhniyetê ve hatine piştgirîkirin li herêmê polîtîkayên dewleta dagirker bi destê kompradora li ser gelê herêmê dixwaze çi bike radixe ber çavan.

Lewma ji bo mirov li Kurdistanê xeta hevkar û komradoran ya bi destê dewleta dagirker hatiye pêşxistin baş fêm bike, pêwîste mirov li nirxandinê Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan yên di salên 70’yî de di vê mijarê de kiribû baş gûhdar bike. Wê demê mirov dikare polîtîkayên dewleta dagirker hîn baştir derxe zanebûnê.

Bêgûman bi saya Tekoşîna Azadiya Kurdistanê ve, ev demek dirêj bû ku li Kurdistanê xeta çeteyên komprador lewaz ketibû. Di van çend salên dawî de bi polîtîkayên taybet ve bi destê AKP’ê li Kurdistanê tê xwestin ku dîsa vê xeta hevkariyê bê xurtkirin û gelê kurd dîsa bikin mehqûmê vê xeta îxanetçî. Qetlîamên li gûngê Bîlge, Pirsûs û Sîweregê yên bi destê malbata Yildiz, Îzol çeteyên AKP’ê ve pêk hatine nîşaneya vê ne.

Li hemberî vê neheqiya komprador û çeteyan pêwîstî bi tekoşîne xurt û hişk heye. Her wiha bi hêza rêxistinî îdeolojîk ve jî asta têkoşînê mirov dikare hîn xurttir bike û pêşî li vê xeta komprador bigre. Ger li Kurdistanê pêşî li vê xeta teslîmkariyê neyê girtin, wê tu carî îradeya kurdê azad jî dernekeve holê. Lewma ji bo azadiyê beriya her tiştî pêwîste li Kurdistanê pêşî li hemû cûreyên bindestî û teslîmkariyê li ser gelê kurd ferz dike bê girtin. Ger gelê kurd li hemberî van qetlîamên dewlet-çete organîzekirin û pêş dixe dengê xwe bilind neke û xwedî li nirxê xwe dernekeve, wê nikaribe li Kurdistanê pêşî li xeta îxanetê jî bigire. Ez di wê baweriyê de me ku gelê me wê ev polîtîkayên qirêj yên ji navenda dewleta tirk ve tên organîzekirin û bi destê çeteyên AKP ve jî tên pratzekirin bêdeng nemîne û xwedî li nirxê xwe derkeve. Tekoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê bi pratîka xwe ya di vê mijarê de ve aşkera kir ku bi yekitî û têkoşînê mirov dikare li Kurdistanê xeta dewlet-çete ya ku ji komrador û hevkaran re bûye çavkaniya jiyanê têk bibe.”


ÇAVKANÎ: e-rojname – Êrîş Qoser

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

ANALÎZ – Dîktator dê têk biçin

Nivîsa Pêş

TAYBET – Fermandarê Pêşmergeyan: Gerîllayên Azadiya Kurdistan parastina hemû gelan dike

Nûçe Ciwan Kurdî

Nivîsa Pêş
TAYBET – Fermandarê Pêşmergeyan: Gerîllayên Azadiya Kurdistan parastina hemû gelan dike

TAYBET - Fermandarê Pêşmergeyan: Gerîllayên Azadiya Kurdistan parastina hemû gelan dike

TAYBET – Çand û Hunera li Kobanê: Pêwîste her ciwanek cihê xwe nava xebatan de bigrin

TAYBET - Çand û Hunera li Kobanê: Pêwîste her ciwanek cihê xwe nava xebatan de bigrin

Manşet

  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im
  • Bi Hezaran Ciwanên Berlînê Bi Yek Deng: Bijî Berxwedana Rojava
  • Ji Melûn Dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Rojava” Hatin Bihîstin
  • Mazlûm Ebdî: Artêşa Sûriyeyê Nakeve Herêmên Kurdan
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan
  • Li Frankfurtê, Bi Pêşengiya Ciwanan Hezaran Kes, Ji Bo Rojava Daketin Kolanan
  • Ciwanan Ji Balafirgeha Cenevreyê Qîriyan: Kobanê Neketiye, û Wê Nekeve

Herî zêde hatine xwendin

  • QSD: 29 çeteyên êrîşkar hatin kuştin

    QSD: Peymana Li Ser Entegrasyona Bi Qedeme û Agirbesta Berfireh Hate Îmzekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Hezaran Kes Li Silêmaniyê Ji Bo Piştgiriya Rojava Meşiyan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Şermezarkirina Komploya 15’ê Sibatê Çalakiya Greva Birçîbûnê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Welatparêz Ên Li Wan Xaçortê Ji Bo Rojava Çalakî Li Dar Xistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Sureya Hesarî: Ez Bi Kurdbûna Xwe Serbilind Im

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Şervanên Kurd û Ereb li Eniya Şer a Hesekê Mil bi Mil li Hev Disekinin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ji Bo Ciwanên Enternasyonalîst Biryarê Derxistina Welatê Hatibu Dayîn Li Stenbolê Têne Rawestandin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Karwana Gelan Gihîşt Pirsûsê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bi Deh Hezaran Kes Bi Pêşengiya Ciwanan Li Dortmundê Daketin Kolanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Bandoriya Medyaya Dîjîtal Li Ser Ciwanan

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.